Emîne Şenyaşar û parlamenter Ferît Şenyaşar, li navçeya Sêweregê ya Rihayê çûn serdana Arif Guran ê ku ji bo keça xwe Narîn Guran a ku hatibû qetilkirin “Meşa Adaletê” dabû destpêkirin û piştgiriya xwe nîşan dan.
Bavê Narîn Guran Arif Guran ê ku di 19ê Îlonê de ji Amedê ber bi Enqereyê ve “Meşa Adaletê” dabû destpêkirin, gihîşt navçeya Sêweregê ya Rihayê. Emîne Şenyaşar a ku piştî qetilkirina hevjîn û du kurên xwehezar û 319 rojan çalakiya “Nobeta Adaletê” li dar xistibû, li gel parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar û gelek welatiyan li rêya Sêweregê serdana Arîf Guran kirin.
Di serdana piştgiriyê de Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar bal kişandin ser girîngiya daxwaza edaletê û destnîşan kirin ku divê ev daxwaz di zûtirîn demê de pêk bê.
‘Nedibû, em bêdeng bimana’
Ferît Şenyaşar diyar kir ku wan guhdariya daxwazên Arif Guran kiriye û têkoşîna salan a malbata xwe ya li dijî neheqiyê bi bîr xist û wiha axivî: “Weke malbateke ku bi salan e têkoşîna edaletê dide, mimkun nedît ku mirovekî ku li edaletê digere û rêya wî di Rihayê re derbas dibe, em li hember wî bêdeng bimînin. Ji bo vê yekê me serdana piştgiriyê li wî kir. Daxwaza edaletê ya malbatê heye. Anî ziman ku derbarê dozê de lêpirsîn û darizandineke pêwîst nehatiye kirin û dîmenên kamerayan ên ku mala wan dibînin nedane wan û dozgeriyê. Wê ji bo darizandineke adilane heta Enqereyê bimeşe. Me jî jê re ragihand ku em di nav piştgiriyê de ne.”













