Li gundê Ramokê yê navçeya Dêrikê, cenazeyê Selahaddîn Karayel ê 13 salî ku ji duh ve agahî jê nedahat girtin, di zeviya garis de hate dîtin. Di çarçoveya lêpirsînê de kurê apê wî D.K. ê 16 salî hate binçavkirin.
Li gundê Ramokê yê navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê, zarokê bi navê Selahaddîn Karayel (13) duh di saetên nîvro de ji mala xwe derket û piştre agahî jê nedahat girtin. Li ser agahdarkirina malbatê, tîmên rizgarkirinê û welatiyan li derdora gund dest bi xebatên lêgerînê kirin.
Di encama xebatên lêgerînê de cenazeyê Selahaddîn Karayel di zeviyeke garis de de hate dîtin. Cenazeyê Karayel piştî lêkolînên li cihê bûyerê, ji bo karûbarên otopsiyê rakirin nexweşxaneyê.
Kurê apê wî hate binçavkirin
Têkildarî mirina Selahaddîn Karayel lêpirsîn hate destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de kurê apê wî D.K. (16) ê ku cihê cenaze nîşan dabû, hate binçavkirin.
Hate ragihandin ku D.K. di îfadeya xwe de bi şaşitî bi tivinga nêçîrê berê xwe daye Selahaddîn Karayel û ew kuştiye.
Karûbarên D.K. yên li qereqola cendermeyan berdewam dikin û lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.







