Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî di hevdîtinekê de li gel Şêwirmendê Serokkomariyê yê Kar û Barên Eşîran Cîhad Îsa El Şêx ewşa herêmî û eşîrî ya parêzgeha Helebê nîqaş kirin.
Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî di çarçoveya gera xwe ya li parêzgeha Helebê de bi Şêwirmendê Serokkomariyê ya Kar û Barên Eşîran Cîhad Îsa El Şêx (Ebû Ehmed Zekor) civiya.
Di hevdîtinê de pêşdeçûnên dawî û pirsgirêkên girêdayî rewşa herêmî û eşîran hatin nîqaşkirin.
Ev hevdîtin, piştî hevdîtina îro ya Mazlûm Ebdî tevî siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed, Fermandarê Tûgaya Kobanê Mehmûd Berxwedan, endamê Komîteya Entegrasyonê Xeznê Nebî û Gerînendeyê Herêma Kobanê bi parêzgarê Helebê Ezam El Xerîb û fermandarê koma 2yemîn Casil El Ewad re pêk hat.













