• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
18 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Sevda û Ayşe Demîr li Aydinê hatin bibîranîn

    Sevda û Ayşe Demîr li Aydinê hatin bibîranîn

    Li Îzmîrê ji rêxistinên kedê banga aştiyê

    Li Îzmîrê ji rêxistinên kedê banga aştiyê

    Li Êlih, Amed û Dîlokê meş: Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî

    Li Êlih, Amed û Dîlokê meş: Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî

    Hesabê Xê yê Azadiya Welat hat astengkirin

    Hesabê Xê yê Azadiya Welat hat astengkirin

    Çawişê pispor hevjîn, du zarokên xwe kuşt û paşê xwe kuşt

    Çawişê pispor hevjîn, du zarokên xwe kuşt û paşê xwe kuşt

    Otomatik taslak

    ‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Îzmîr / AW

18 ÎLON 2026 - 20:38
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê ji bo aştiyê daket qadan û bal kişand ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û hate gotin ku aştî ne tenê bêdengbûna çekan e, pêşketina demokrasî û edaleta civakî ye jî.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê û gelek rêxistinên kedê, ji ber ÎZBAN a Karşıyakayê heta Îskeleya Karşiyakayê meşiyan û daxuyaniyek çapemeniyê li dar xistin. Parlementera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Bûrcûgul Çûbûk û gelek rêxistinên ciwan û kedê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Çiya, mirov û heta mirinê bi xwe jî westiya be niha helbesta herî xweşik aştî ye” hat vekirin û dirûşmên “Bijî aştî”, “Gelê Kobanê ne tenê ye” û “Bijî wekhevîya gelan” hatin berzkirin. Daxuyaniyê li ser navê girseyê Seroka Şaxa 2 ya Egîtîm-Sen a Îzmîrê Zelîha Danyelî xwend.

‘Di şer de tu berjewendiyên gelan nîn e’

Zelîha Danyelî diyar kir ku li dijî polîtîkayên şer ên emperyalîst ew aştiyê, demokrasiyê û wekheviya gelan diparêzin û got: “Ji Xezayê heta Ûkraynayê, ji Rojhilata Navîn heta erdnîgariyên cûda yên cîhanê bi milyonan mirov re rû bi rûyê encamên giran ên şer dimînin. Mirov jiyana xwe ji dest didin, bajar wêran dibin, bi milyonan mirov ji cih û warên xwe dibin; jin û zarok bi awayê herî giran bandorê ji encamên şer dibînin. Li pişt şeran berjewendiyên gelan nîn in; têkoşîna parvekirinê ya hêzên emperyalîst, pêşbaziya li ser çavkaniyên enerjiyê û rêyên bazirganiyê, û sermayeya navneteweyî hene. Pirsgirêka kurd û polîtîkayên şer ên ku li welatê me jî bi salan e tên bêçarehiştin, encamên giran ên mirovî, civakî, siyasî, ekolojîk û aborî derxistine holê. Bi hezaran mirovî jiyana xwe ji dest daye, mirov ji cih û warên xwe bûne, xweza û qadên jiyanê hatine talankirin, çavkaniyên mezin ên giştî ji bo polîtîkayên ewlehiyê hatine veqetandin. Tiştê ku îro pêdiviya me pê heye, ne pevçûnên nû û polîtîkayên şer ên nû ne; avakirina pêşerojeke demokratîk, aştiyane û wekheviyê ye.”

‘Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e’

Zelîha Danyelî bal kişand ser wê yekê ku rêya ji şer diçe ber bi aştiyeke mayinde ve di demokratîkbûnê, edaletê, welatvaniya wekhev û azad jiyîna gelan a bi nasnameyên xwe re derbas dibe û got: “Heke welatek ketiye pêvajoya aştiyê, divê alî bi pabendbûna bi biryarên hatine girtin re hevdu nas bikin, bibînin, biparêzin û pirsgirêkan dernexînin holê. Bo mînak, di encama êrîşên ku bûn beşek ji polîtîkayên li dijî hevqetilkirina gelên li Sûriyeyê de, şewata ku yekser piştî wê li girtîgeha Kobanê derket û bû sedema mirina 9 kesan, alozî bilind kir. Li dijî bûyerên ku li pey hev qewimîn, gelê Kobanê daket kolanan û nîşandana bertekên xwe yên demokratîk re rastî êrîşan hat. Em vê rewşê şermezar dikin û dixwazin berpirs bên dîtin û darizandin. Aştî tenê bêdengbûna çekan nîne. Aştî; ewlekirina demokrasiyê, hiqûqê, azadiyan, kedê û edaleta civakî ye. Veguhastina çavkaniyên ku ji bo şer û çekdarkirinê tên veqetandin, ji bo perwerde, tenduristî, jiyaneke mirovane û xizmetên giştî ye. Divê ev qonaxa pêvajoya ku dê bibe sedema aştiyê ya li welatê me, bêyî ku bê taloqkirin di demeke kurt de bigihîje encamê û şert û mercên avakirina civaka wekhev û demokratîk bi nîqaşkirina pirsgirêka Kurd bi hemû aliyên xwe ve bên afirandin.”

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Sevda û Ayşe Demîr li Aydinê hatin bibîranîn

Sevda û Ayşe Demîr li Aydinê hatin bibîranîn

18 ÎLON 2026
Cejna Êzî û Şêşims bi coş hatin pîrozkirin

Cejna Êzî û Şêşims bi coş hatin pîrozkirin

18 ÎLON 2026
Li Êlih, Amed û Dîlokê meş: Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî

Li Êlih, Amed û Dîlokê meş: Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî

18 ÎLON 2026
Hesabê Xê yê Azadiya Welat hat astengkirin

Hesabê Xê yê Azadiya Welat hat astengkirin

18 ÎLON 2026
Çawişê pispor hevjîn, du zarokên xwe kuşt û paşê xwe kuşt

Çawişê pispor hevjîn, du zarokên xwe kuşt û paşê xwe kuşt

18 ÎLON 2026
Otomatik taslak

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Yan mirov dê koletiyê qebûl bike yan jî mirov dê şehîd bikeve’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Îzmîrê bang: Israra asîmîlasyonê, israra şer e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kuştina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hat şermezarkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne