• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
18 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Derheqê berpirsîyarê JÎTEMê Qoserî Atîlla Ugur û 3 kesan de qerarê destbendkerdene

    Hasan Atîlla Ugur hate binçavkirin

    ‘Serê min bi rêya kurê min bilind e’

    ‘Serê min bi rêya kurê min bilind e’

    Li Geverê ciwanek 17 salî bi awayeke biguman jiyana xwe ji dest da

    Li Geverê ciwanek 17 salî bi awayeke biguman jiyana xwe ji dest da

    ZIMANGER: Pêwîste ku zimanê Kurdî di makezagonê de cih bigire

    Lokman Babat: Divê siyaset zimanê Kurdî bike zimanê siyaseta xwe ya rojane

    Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

    Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Derheqê berpirsîyarê JÎTEMê Qoserî Atîlla Ugur û 3 kesan de qerarê destbendkerdene

    Hasan Atîlla Ugur hate binçavkirin

    ‘Serê min bi rêya kurê min bilind e’

    ‘Serê min bi rêya kurê min bilind e’

    Li Geverê ciwanek 17 salî bi awayeke biguman jiyana xwe ji dest da

    Li Geverê ciwanek 17 salî bi awayeke biguman jiyana xwe ji dest da

    ZIMANGER: Pêwîste ku zimanê Kurdî di makezagonê de cih bigire

    Lokman Babat: Divê siyaset zimanê Kurdî bike zimanê siyaseta xwe ya rojane

    Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

    Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Serê min bi rêya kurê min bilind e’

Abdullah Esen / AW

18 ÎLON 2026 - 10:09
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Êlih – Endamê Tevgera Azadiyê Simko Batman di sala 20204an de li Herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê şehîd dikeve. Dayika wî Şukriye Acar ku qala têkoşîna kurê xwe kir, diyar kir ku ew dixwazin aştiyeke mayînde çêbibe û her kes ji vê aştiyê sûdê werbigire û wiha got: “Em dixwazin êdî xwîn neyê rijandin. Serê min bi rêya kurê min bilind e.”

Simko Batman (Ferhat Acar) ê ku di sala 1997an de li navçeya Sasonê ya Êlihê ji dayik dibe, di sala 2003yan de dest bi xwendina dibistanê dike. Piştî ku dest bi dibistanê dike di polê dibe şagirtekî zîrek û serkeftî û piştî ku temenê hinek mezin dibe dest bi xebatên ciwanan dike û di sala 2014an de tev li nava refên gerîla dibe. Di 11ê Îlona 2024an de jî li çiyayê Garê şehîd dikeve. Dayika Simko Batman, Şukriye Acar qala bîranîn kurê xwe kir û anî ziman ku kurê wê kesekî gelek zîrek û çalak bûye.

Li Kurdistanê di encama polîtîkayên dewleta Tirk ên “ewlehiya taybet” de bi hezaran gundî ji ber ferzkirina cerdevaniyê qebûl nekirin bi darê zorê ji gund hatin derxistin û gundên wan hatin şewitandin û valakirin. Li gorî hin lêkolîneran di encama van polîtîkayan de 2 milyon kurd ji cih û warên xwe hatin koçberkirin û sê hezar gund jî hatin valakirin. Li gorî daneyên dewletê di navbera salên 1990an û 2000an de 17 hezar kes di binçavan de hatine windakirin û bi awayekî faîlên wan nediyar hatine qetilkirin. Lê di rastiyê de hejmara kesên winda zêdetir e. Ji ber van polîtîkayan gelek ciwan Kurd tev li nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd bûn. Yek ji van ciwanan Simko Batman e (Ferhat Acar) ku di Kanûna 2014an de tev li Tevgera Azadiyê dibe û di 11ê Îlona 2024an de li Herêma Garê ya başûre Kurdistanê şehîd dibe.

Malbata Simko Batman ji ber êrişên giran ên dewleta Tirk di sala 1989an de ji gundê Malêgir ê navçeya Sasonê koçî navenda Êlihê dikin. Malbat li wir jî dest ji xebatên xwe bernadin, dayik û bavê wî di nava rêveberiya partiyên weke DEP, HEP û yên ku piştre hatine girtin û vekirin de jî cih girtine. Ew 5 bira û 4 xwişk in. Bi heman awayî birayê wî yê navîn Eşref Acar jî di salên 2000î de dema ku belavkariya rojnameyê dike, ew jî tê girtin weke du salan di zindanê dimîne. Piştî ku dertê dîsa belavkariya rojnameyê berdewam dike û careke dinê tê girtin û dîsa du salan girtî dimîne. Her wiha heta niha jî dayika wî di nava koma Dayikên Aştiyê de û bavê wî jî di nava rêveberiya DBPê cih digire.

Simko Batman jî di sala 2000î de ji dayik dibe, dema ku zarok bûye dayik û bavê wî gelek caran wî bi xwe re birine çalakiyan. Û di sala 2011an de di nava xebatên ciwanan de cih digire. Pişt re weke 3 salan xebatan dimeşîne û di Kanûna 2014an de tev li nava refên Tevgera Azadiyê dibe û di 11ê Îlona 2024an de li herêma Garê ya başûrê Kurdistanê tev li nava karwanê şehîdan dibe.

Ji hêla din ve di demên dawî de li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê navên şehîdan hatin eşkerekirin, ji bo wan bîranîn hatin lidarxistin. Yek ji van bajaran jî Êlih bû. Ragihandina şehadeta Simko Batman jî di vê demê de hate ragihandin.

‘Ciwanekî gelek zîrek bû’

Dayika Simko Batman (Ferhat Acar), Şukriye Acar têkoşîn û dema tevlibûna kurê xwe ji ajansa me re vegot.

Şukriye Acar di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku kurê wê Simko Batman ê ku di demên dawî de xebera şehadeta wî ji wan re hatibû ciwanekî gelek zîrek bû û wiha qala kurê xwe kir: “Dema ew diçû dibistanê ew û du hevalên wî di dibistanê de yekemîn bûn. Pir jêhatî bû. Piştre dest bi xebatên nava ciwanan kir. Dema gerîla şehîd diketin ew tim li pêşiya ciwanan bû. Ji zarokatiya wî heta ku şehîd ket, herkes jê xweş bû. Tu carî heqaretên li ser mirovan qebûl nedikir.

Rojek em bi hev re çûn çalakiya Roja Reş, ew û polîs ketin ber hev û li wir bi awayekî dijwar hate binçavkirin. Polîs bi xwe jî jê matmayî mabûn û dema ku em çûn, polîsan ji me re digotin ‘kurê we gelek zîrek e.’ Min jê pirsî û got, tu tirsyayî ji min re got; ‘ez tu carî ji dijmin natirsim.’ Piştî ku tev li nava rêxistinê bû, navê xwe jî kir Simko Batman. Lê min tu carî bawer nedikir ku ew ji min biqete, ji ber ku ew qas girêdayê min bû. Hema di hemû çalakî û xebatên nava partiyê de cih girtiye. Dema ku di nava Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Şoreşger (YDG-H) de bû kes ji tirsa wî newêribû bihata vê parkê. Dema ku min jê pirsî û got, tu wan tiştan dikî wan ditirsînî ji me re got ‘Na, ez tiştên wisa nikarim bikim.’ Lê em zanin ku ew bû. Gelek ciwanekî hêja û xebatkar bû. Dema em diketin nava meşê, wê demê zarok bû jî Sirûda Kurdî dixwend. Em bi malbatî têde bûn, lê min ji xwe re digot ew hê biçûk e, ew ê nikaribe bixebite.”

‘Bandora xwe li ser mamosteyan jî kiribû’

Şukriye Acar di berdewamiya axaftina xwe de wiha qala kurê xwe kir: “Dema ku ez ji bo wî çûm cem hevalan jî ji min re gotin ‘kurê te gelek zîrek e.’ Ez gelek pê kêfxweş bûm. Serê min bi rêya kurê min bilind e. Piştî ku tev li bû, li gelek caran mamosteyên wî yên dibistanê pirsa wî ji xwendekaran dikirin, xwendekar jî ji mamosteyên wî re dibêjin, tev li bûye. Mamosteyên wî gelek li ber wî dikevin. Ew qas bandora xwe li ser mamosteyên xwe yên dibistanê jî kiribû. Lê em weke malbat ji biçûk heta mezinan dilê me li ser Ferhat bû. Bi tenê daxwaza min ew bû ku min ew dîtibûya û dengê wî bihata min. Lê piştî ku derbasî Rojava bûn, rojekê li min geriya. Pişt re jî me ew li ser ekranên televîzyonê di dîmenekî de dît, li Garê bû. Dema ku çavên min bi wî dîmenî ket, weke hê nû ji malê derketibe ez pê xemgîn bûm. Ji ber ku mirovekî şîr helal û fedakar bûye, xwe li her derê dabû qebûlkirin. Ez bi qurbana wî û hevalên wî me.”

‘Digot, ez naxwazim hêsirên çavên dayikan birijin û bila dayîk negirîn’

Şukriye Acar bi lêv kir ku kurê wê tu carî heqareta li ser kesekê qebûl nedikir û wiha qal kir: “Kêfa xwe ji wan re dianî, mirovekî henûn bû û hezkirina xwe xistibû dilê herkesî. Ev 12-13 sal bûn ku ez hesret û kesera bêhna wî bûm. Ku min ew dîtibûna dîsa zêde xema min nîn bû. Hemû jî kezeba min in. Lê dema ku mirov bêhna kezeba xwe bistîne ew cuda ye. Dema ku li rojavayê Kurdistanê bû em axivîn, ji min re digot ‘dema ku tu diaxivî negirî û digot, ez naxwazim hêsirên çavên dayikan birije û bila dayik negirîn.’ Ji wê rojê ve êdî dengê wî nehate min.”

‘Dema ku bên ez ê biçim pêşiya wan, ew jî ji bo min Simko ne’

Di dawiya axaftina xwe de Şukriye Acar bi lêv kir ku ji ber pêvajoya aştiyê heye, çavê wan li benda hatina zarokên wan bûye û ev tişt got: “Min digot, dema heval bên yek na yê duduyan Simko ye. Min her tim ji zarokan re digot, di dilê min de tirsek heye, lê çavên min li hatina wî bûn. Lê min nizanibû ku delalê min tev li nava karwanên şehîdan bûye. Lê dîsa jî ez dayika hemû hevala me ku dê ji çiyayan bên. Ferqa wan zarokên min ji hev tune ye. Dema ku bên ez ê biçim pêşiya wan, ew jî ji bo min Simko ne. Ez xwe biavêjim tor û bextên wan û wan hembêz bikim. Em serkeftinê ji hevalan re dixwazin, heta ku heval dikaribin bila bi ewle bin. Bextê romê tune ye. Em hêvî dikin aştiyeke mayînde çêbibe û herkes ji vê aştiyê û serkeftinê sûdê bigire. Em dixwazin êdî xwîn neyê rijandin. Em dayikên delala ne, me ev dert dîtiye bila kes nebîne. Hêviya me ew e hevalên ku sax in, êşa wan di ser dayik û bavê wan de neyê. Şehid namirin, Bijî Serok Apo.”

Etîket: Ferhat AcarSimko BatmanŞukriye Acar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Yan mirov dê koletiyê qebûl bike yan jî mirov dê şehîd bikeve’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Îzmîrê bang: Israra asîmîlasyonê, israra şer e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kuştina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hat şermezarkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • E. Pejder Altan: Piştperdeya bûyerên di Sûriyeyê de Tirkiye heye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne