Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel bersiv da heqaretên Halk TVyê û got, “Ev ne rojnamegerî ye, tetîkkêşî ye…”
Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel li ser hesabê yê Xê bersiv da heqaretên Halk TVyê û got, “Ev ne rojnamegerî ye, tetîkkêşî ye…
Nêzîkbûna mûxalefetê ya li hember pirsgirêkekê ewqasî teng û dûrî heqîqetê li aliyekî, zîhniyeta medyaya di bin kontrola wê de ku teşwîqî heqaret û çêran teşwîq dike li aliyê din…
Kesên ji bo Ocalan ê ku bi salan e ji hemû mafên hiqûqî bêpar hatiye hiştin du gotinan nabêjin; siyaseta ku nîqaşên çareseriyê, rawestandina şer û xebatên ji bo aştiyê tên meşandin di çarçoveya ‘nîqaşên malê’ de dinêrin, ma wê çi çareser bike?
Bêyî ku nêrîna Demîrtaş zanibin, tênegihêjin ku azadiya wî jî di eslê xwe de ji çareseriya pirsgirêka Kurd ne qut e, ma wê çawa siyasetê bikin?
Dema tê ser Halk TVyê; em ê ev zimanê derexlaqî yê ku bi kar tîne, bi kîjan pîvan û etîka rojnamegeriyê binirxînin!
HEYF E…”













