Komeleya Pêşveberina Zimanê Kurdî derbarê vekirina serdema dibistinan a nû daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku zimanê Kurdî ji pêşdibistanê heta zanîngehê di hemû qonaxên perwerdeyê de bibe zimanê perwerdeyê û got: “Parastina ziman parastina bîr, rûmet û paşeroja me bixwe ye.”
Saziyên ziman Komeleya Pêşveberina Zimanê Kurdî ya Tekîrdagê derbarê vekirina serdema dibistanan a nû li pêşiya avahiya komleyê ya li navçeya Çerkezkoyê daxuyanî da. Endam û rêveberên saziyên zimanê Kurdî û gelek welatî tev li daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser “Statuya Kurdî, perwerdeya Kurdî” û “Statuyê Kurdkî, perwerdeyê bi Kurdkî” nivîsandibû hate vekirin û dirûşmeya “Bê ziman jiyan nabe” hate berzkirin. Daxuyanî ji aliyê endamê Komeleya Pêşveberina Zimanê Kurdî Seyfettînê Welekorî ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
‘Têkoşina ziman wekî doza rûmetê ye’
Ziman stûna sereke ya hebûn, çand û nasnameya civakan e. Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî jî mafekî gerdûnî, xwezayî û bingehîn e ku di tu qanûn, peyman û pîvanên navneteweyî yên mirovî de nabe mijara bazarê. Zimanekî ku di perwerdeyê de cih negire, di zanist û jiyana rojane de pêş nekeve, rû bi arûyî xetereya helandin û tinebûnê dimîne. Em wekî rêxistin û dildarên zimanê Kurdî, têkoşîna ziman wekî doza rûmetê dibînin. Helwesta me li seranserê erdnîgariyê hevgirtî, zelal û prensîbî ye. Zanyariyên nûjen ên pedagojiyê û lêkolînên derûnnasiyê bi awayekî zelal dipejirînin ku bingeha hiş, raman û afirîneriya mirovan di zaroktiyê de bi rêya zimanê zikmakî tê avakirin. Zarok gava bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê dibîne, têgehan tenê ji ber nake; wan fêm dike, şîrove dike û bi vî awayî hişê wî/wê yê analîtîk zûtir geş dibe. Berevajî vê yekê, zarokê ku bi zimanekî biyanî tê perwerdekirin, rastî şikestinên mezin ên hişî û derûnî dibe; li şûna ku fêrî zanistê bibe, hemû hêza xwe dide fêmkirina bêjeyan û baweriya wî/wê bi xwe diheje. Ji ber vê yekê, astengkirina zimanê zikmakî ne tenê binpêkirina mafekî hiqûqî ye; di heman demê de li dijî pêşketina hiş û ramanê ya nifşên me derbeyeke giran e.
‘Zimanê Kurdî li her çar parçeyan divê bibe zimanê bingehîn ê perwerdeyê û stûna jiyanê’
Li Tirkiyeyê polîtîkayên înkar, astengkirin û bişaftinê yên sed salî hîn jî bi rêbazên cuda tên domandin. Bi milyonan zarokên Kurd ji mafê xwe yê herî sirûştî, ango perwerdehiya bi zimanê zikmakî bêpar tên hiştin. Polîtîkayên ku Kurdî tenê di çarçoveyeke teng a dersên hilbijartî de dihêlin, ne çareserî ne; berevajî vê yekê, hewldanên ji bo sistkirina daxwaza perwerdehiya rewa ne. Daxwaza me ya zelal ew e ku zimanê Kurdî ji pêşdibistanê heta zanîngehê di hemû qonaxên perwerdeyê de bibe zimanê perwerdeyê û bi garantiyên destûrî bê mîsogerkirin. Bi heman pîvana hevgirtî, em pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê jî bi baldarî û berpirsiyarî dişopînin. Zimanê Kurdî li ser vê axê bi berdêlên giranbuha, keda hezaran pêşeng, mamoste û rewşenbîran bûye qada jiyan û avakirina civakî. Li hemberî vê heqîqetê, biryar û nêzîkatiyên Kurdî bi tenê dikin nava 3 saetên dersa hilbijartî ya hefteyê, tu carî nayên qebûlkirin. Zimanê Kurdî li ser axa xwe nikare bi çend saetên sembolîk bê hefsarkirin û tengkirin. Ev helwest hewldaneke eşkere ya paşveçûnê ye û keda dîrokî ya gelê me lawaz dike. Em vê biryara kêmxistina zimanê Kurdî bi tundî şermezardikin. Prensîbên me li her derî yek in: Zimanê Kurdî li her çar parçeyan divê bibe zimanê bingehîn ê perwerdeyê û stûna jiyanê.
‘Parastina ziman parastina bîr, rûmet û paşeroja me bixwe ye’
Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî; di Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî, pîvanên perwerdeyê yên UNESCOyê û gelek peymanên navneteweyî de hatiye mîsogerkirin. Erka dewletan ne qedexekirin an sembolîkkirina ziman e; dabînkirina perwerdehiya giştî, bêpere û bi kalîte ya bi zimanê zikmakî ye. Lêkolînên zanistî jî piştrast dikin ku zarokê ku zimanê xwe yê zikmakî baş dizane, zimanên fermî, duyem û sêyem pir zûtir û bihêztir fêr dibe.
Li aliyê din, dûrxistina zimên a ji qada perwerdeyê dibe sedem ku neviyên me ji çîrok, dengbêjî û bîra kûr a dapîr û bapîrên xwe qut bibin. Ziman pira xurt a navbera nifşan e; dema ku ev pir hilweşe, hemû pêkhateyên çand û hebûna civakê derbên mezin dixwin. Ji ber vê yekê, parastina ziman parastina bîr, rûmet û paşeroja me bixwe ye.
Em helwest û daxwazên xwe yên sereke di çend xalan de dikarin rêz bikin:
- Divê di serî de xala 42yan a Destûra Bingehîn bê guhertin; astengiyên li pêşiya perwerdehiya bi Kurdî rabin û zimanê Kurdî ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê fermî yê perwerdeyê.
- Li Rojavayê Kurdistanê divê ji biryara tengkirina Kurdî ya bi tenê 3 saetên dersa hilbijartî bê şert û merc vegereke bilez hebe; Kurdî li ser axa xwe wekî stûna esasî ya perwerdeyê bimîne.
- Ji bo perwerdehiya bi Kurdî pêdiviya tayînkirina hezaran mamosteyên Kurdî bê dabînkirin û materyalên zanistî yên perwerdeyê bi awayekî fermî bên amadekirin.
- Em li vir, ji vê qadê bi dengekî bilind û bi biryardariyeke ji pola, li hemû cîhanê û li hember serwerên dewletê bang dikin: Zimanê Kurdî hebûn, bîr û rûmeta me ya xwerû ye; tu kes nikare hebûna me bixe bin destê bazarên siyasî an qedexeyên qirêj! Çawa ku em li Rojavayê Kurdistanê hewldanên tengkirinê yên bi sê saetên parsekiyê qebûl nakin, em ê li Tirkiyeyê jî tu carî serî li ber polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û derewên dersên hilbijartî netewînin!
- Em bang li hemû berpirsiyar û biryardêran dikin: Mafê zimanê dayikê yê ku pîvaneke gerdûnî ya mafên mirovan e li ber çavan bigirin. Ji bo parastina pêşeroja zarokên me, divê astengiyên qanûnî yên li pêşiya vî mafî bên rakirin û perwerdehiya fermî ya bi zimanê Kurdî bê dabînkirin. Ev daxwaz bingeha aştî û refaha civakî ye. Li ser vê bingehê em bang li hemû civakê, malbat û pêkhateyan dikin: Werin em bi hev re xwedî li zimanê xwe derkevin û wî di kolan, tax, dibistan û hemû qadên jiyanê de zindî bihêlin.
Piştî xwendina daxuyaniyê dersa Kurdî hate dayîn û çalakî bi dawî bû.






















