Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman Avestayê li ber avahiya komeleyê bi boneya destpêka sala nû ya perwerdehiyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bal kişand ser bêparmayîna zarokên Kurd a ji perwerdeya bi zimanê zikmakî û wiha hat gotin: “Mafê perwerdehiya zimanê zikmakî mafê bingehîn ê mirovî ye. Asîmîlasyon sûcekî mirovî ye.”
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman Avestayê, bi boneya destpêka sala perwerdehiyê ya 2026-2027an û ji ber ku zarokên Kurd ji perwerdeya zimanê zikmakî bêpar dimînin, li ber avahiya komeleyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Gelek welatî, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevlî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de bi kurmancî û kirmanckî pankarta “Statuya Kurdî, Perwerdeya bi Kurdî” hate vekirin û dirûşmeya “Bê ziman jiyan nabe” hat berzkirin.
Daxuyanî li ser navê komeleyê ji aliyê Hevserokê Komeleyê Ramazan Kaygûsûz ve hate xwendin. Ramazan Kaygûsûz da zanîn ku di 14 ê îlonê de dibistanên Tirkiyê vebûn û ji destpêka avabûna komarê heya îro perwerde tenê bi zimanê tirkî tê dayin û diyar kir ku li Tirkiyeyê bi kêmanî 30 milyon kurd hene lê zimanê wan qedexeye û got: “Hemû zarokê kurdan bi Tirkî perwerdeyê dibînin, Ango tên bişaftin. Mafê perwerdehiya zimanê zikmakî mafê bingehîn ê mirovî ye. Asîmîlasyon sûcekî mirovî ye.”
‘Ev sed sal e gelê Kurd doza mafê xwe dike’
Ramazan Kaygûsûz bal kişand ku ev sed sale ku gelê kurd doza mafê xwe neteweyî dike û got: “Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê. Ji ber vê pirsgirêkê ev sed sal e şer û aloziyên mezin çêbûn”
‘Îsrara di asîmîlasyonê de îsrara di şer de ye’
Ramazan Kaygûsûz destnîşan kir ku di pêvajoya çareseriya demokratîk de divê mafê kurdan ê perwerdehiya bi zimanê zikmakî neyê piştguhkirin û got: “Israra di asîmîlasyonê de tê wateya israra di şer de. Her ziman dewlemediya çanda cîhanê ye. Zimankujî loma dijminatiya tevahiya gelên cîhanê ye. Heta ku asîmîlasyon li dar be kes nikare qala çareseriyê demokratik û entegrasyona demokratîk bike.”
Bangewaziya têkoşînê
Di dawiya daxuyaniyê de Ramazan Kaygûsûz bangî hemû welatparêz, şoresger, sosyalîst û demokratan kir û got: “Ji bo vê daxwaza rewa ya gelê kurd têbikoşin.”
Piştî daxuyaniyê Parlementerê DEM Partiyê ya Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk axivî û got: “Zimanê dayikê tê wateya jiyanê. Tê wateya xweîfadekirinê. Tê wateya hebûnê. Hûn nikarin siyasetê, felsefeyê, matematîkê, lîstika zarokan ji zimanê wan a dayikê cûda bikin. Hûn nikarin pirsgirêka hebûnê daxin asta dersên bijarte û dersên bijarte bêkêr bikin û bibêjin “Me ev pirsgirêkê çareser kir”. Ne li Rojava, ne li Rojhilat, ne li Bakur, ne li Başûr, hûn nikarin li ti derê vê yekê bikin.”
Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.















