• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Lêpirsîna Şaredariya Mîlasê: Tevî Şaredar 18 kes hatin girtin

    Lêpirsîna Şaredariya Mîlasê: Tevî Şaredar 18 kes hatin girtin

    Fîlozof Slavoj Zîzek name ji Abdullah Ocalan re nivîsand

    Fîlozof Slavoj Zîzek name ji Abdullah Ocalan re nivîsand

    ‘Her tim li cem gelê xwe û hevalên xwe bû’

    ‘Her tim li cem gelê xwe û hevalên xwe bû’

    Welatiyên Wanê: Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo pêş ve naçe

    Welatiyên Wanê: Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo pêş ve naçe

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 24ê COTMEHA 2026an

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Festîvala Belgefilman a FilmAmedê hate taloqkirin

Amed / AW

8 ÎLON 2026 - 16:55
Kategorî: ÇAND Û HUNER
A A
10emîn Festîvala Belgefilman a Navneteweyî ya FilmAmedê bi boneya bîranînên endamên Tevgera Azadiyê, ji bo dîrokeke pêş hate taloqkirin.

Li Amedê 10emîn Festîvala Fîlmên Belgefilman a Navneteweyî ya FilmAmedê ku di navbera 25-29ê Îlonê de dê ji aliyê Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD) û Şaredariya Peyasê ve bi dirûşma “Em li vir in! Nobedarên dara gûzê ne” bihata lidarxistin, ji bo dîrokeke pêş hate taloqkirin. Komîteya amadekar ragihand ku festîval ji ber bîranînên endamên Tevgera Azadiyê yên ku jiyana xwe ji dest dane û li bajarên cuda tên lidarxistin, hatiye paşxistin.

Daxuyaniya komîteya amadekar bi vî rengî ye:

“Derhênerên hêja, çêker, dostên festîvalê û hezkerên sînemayê. Wekî ku hûn jî dizanin, Tirkiye di nav pêvajoyeke nû ya siyasî re derbas dibe. Di vê pêvajoyê de, di serdemên cuda yên şer û pevçûnan de ji bo yên ku jiyana xwe ji dest dane li bajarên cuda konên taziyê tên vedan. Bi taybetî konên taziyê yên ku li Diyarbekirê hatine vedan, li dû serdemên pevçûnan bûne yek ji civînên civakî yên herî berfireh. Ev taziye ne tenê ji bo parvekirina şîna malbatan, di heman demê de ji bo hafizeya hevpar a civakê û civakîbûna pêvajoya şînê jî girîngiyeke mezin hildigirin.

Dê dîroka festîvalê ya nû bê ragihandin

Ji ber taziye û şîna ji bo windahiyên di pêvajoya pevçûnan a li herêma me de hatine jiyîn, bi berçavgirtina hesasiyetên civaka me, wek Şaredariya Peyasê, OSAD û Komîteya Amadekar a 10emîn Festîvala Fîlmên Belgefilman a Navneteweyî ya FilmAmedê, me biryar da ku festîvala xwe ji bo dîrokeke paşê paş bixin. Em ê dîroka nû ya festîvalê di demeke herî kurt de bi raya giştî re parve bikin. Di çarçoveya vê guherînê de, em neçar man ku eşkerekirina encamên fîlmên belgefilm û serlêdanên projeyan ku mafê beşdarbûna 10emîn Festîvala Fîlmên Belgefilman a Navneteweyî ya FilmAmedê bi dest xistine jî ji bo dîrokeke pêş, paş bixin. Di vê pêvajoyê de ji bo têgihiştin, sebr û piştgiriya ku we nîşan daye em spasiya we dikin.”

Etîket: 10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê 25-29ê Îlonê ye

10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê 25-29ê Îlonê ye

11 HEZÎRAN 2026
Amadekariyên 10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê bi resepsiyonekê tê destpêkirin

Amadekariyên 10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê bi resepsiyonekê tê destpêkirin

9 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne