* Yek bi kursiya biteker, 2 xwişk tev li bîranîna birayê xwe Cemal Ogur bûn. Bendewariya xwişkan û malbatê saxbûna Cemal Ogur ê roja Newrozê berê xwe dabû çiyayên Kurdistanê bû. Her du xwişkên ku tev li bîranînê bûn ji bo tevahiya cangoriyan rondik barandin û yek gotinê anîn ziman: “Em bi şehîdê xwe serbilind in.”
* Beden ango sûrên Amedê li hafa Çemê Dîcleyê ye û bi hezaran sal in li dijî demê li ber xwe didin. Bedenên Amedê yên ku bi rengê kevirê bazalt ê xurt û qatranî hatine xemilandin û taxên Surê bê xwedî mane û ev dîroka kevnar bûye cihê çop, hişbir û qirêjiyê.
* Komeleya Şopandin û Lêkolînê ya Koçberiya Mezopotamyayê dê li ber Postaxaneya Mezin a Sûrê ya Amedê dê derbarê binekomîsyonên ku di bin sîwana Meclisê de bên avakirin, daxuyaniya çapemeniyê li dar bixe. (13:00)









