Hejmara 35an a Rojnameya Azadiya Welat vê hefteyê bi manşeta “Divê bênavbeynkar bigihîje gel” derket pêşberî xwînerên xwe.
Rojnameya Azadiya Welat di vê hejmara xwe ya 35emîn de hevpeyvîna ku bi Hevseroka DADê Kadriye Dogan re kiriye û li ser azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rawestiya ye, derxist manşetê. Rojnameyê dîsa di rûpela manşetê de cih da gotara nivîskar Mehmet Şahîn a “Radîkalîzmo demokratîk”, gotara nivîskar Gelawêj Ewrîn a “Jinên Îranê Qanûnên Azadiyê dinivîsin”, gotara nivîskar Cebraîl Vûral a “Çanda berxwedanê”, gotara nivîskar Felemez Ulug a “Xwedîderketina li nirxan erka hemû civakê ye” û gotara nivîskar Şadiye Manap a bi sernavê “Jiyîna wekî şehîdan” û gelek nivîs û nûçeyên din.













