Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu îdîa kir ku eger Îran êrişî Îsraîlê bike, ewê derbeke ku nikaribe xeyal jî bike bibîne.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Serokwezîrtiya Îsraîlê ve hat weşandin, Serokwezîr Binyamin Netenyahu beriya civîna kabîneyê axivî û îdîa kir ku Îran xwe ji êrişkirina li ser Îsraîlê dûr digire. Netenyahu got: “Îran êrişî me nake. Îran ji vê yekê dûr dikeve û sedemê vê yekê jî dizane.”
Netenyahu îdîa kir ku eger Îran êrişî Îsraîlê bike, wê derbeyeke ku xeyal jî nekiribe bistîne û got: “Bêguman dibe ku şaşiyê bike û dîsa jî bikeve wê şaşiyê ku êrişî me bike. Wê demê wê derbeke ku xeyal jî nekaribe bifikire bixwe. Dawiya rêveberiya li Îranê nêzîke.”













