Umut Altaş ku di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de fermana girtinê ji bo wî hatiye dayîn û niha li Amerîkayê ye, di îfadeya xwe de li xwe mikur hat ku wî şahidiya kuştina Gulistan Doku ya ji aliyê kurê walî ve kiriye.
Umut Altaş ku di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de fermana girtinê ji bo wî hatiye dayîn û ji Amerîkayê daxwaza radestkirina wî hatiye kirin, li Amerîkayê derbarê dozê de îfade da. Umut Altaş di îfadeya xwe de li xwe mikur hat ku wî şahidî kiriye ku Gulistan Doku ji aliyê kurê walî, Mustafa Turkay Sonel ve hatiye kuştin û wan bi hev re cenazeyê Gulistan Doku birine bagaja otomobîlekê.
Derket holê ku efserên Lêpirsînên Ewlekariya Navxweyî yên FBI û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê du rojan, di 19 û 20ê Tebaxa 2026an de, li Navenda Pêvajoya Moshannon Valley a li Pennsylvania, Umut Altaş lêpirsîn kirine.
Dosya bi rêya Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Derve û Karûbarên Yekîtiya Ewropayê ya Wezareta Dadê bi rêya kanalên hevkariya dadwerî ji rayedarên dadwerî re hat şandin.













