Di pêşengtiya Patrîkê Ermeniyên li Tirkeyeyê Sahak Maşalyan de, li Dêra Axtamarayê ya li Girava Axtamarayê ya li Behra Wanê 14emîn Ayîna Civaka Ermenan pêk hat.
Patrîkxaneya Ermeniyên li Tirkeyeyê li Dêra Sûrp Haçê ya li Girava Axtamarayê ya li Navçeya Westanê ya Wanê 14emîn Ayîna Civaka Ermenan pêk hat. Her sal li gelek welatan civaka Ermenî tê li Girava Axtamarayê li dêra dîrokî ya Sûrp Haçê li gor baweriya xwe ayîna xwe pêk tînin. Îsal jî di serî de li Ermenistan, Îran, Gurcistan û gelek welatên Ewropayê gelek kes ji bo ayîna 14emîn hatin Wanê. Li gel welatiyan gelek patrîk û papazan jî di ayînê de cih girtin. Patrîkê Civaka Ermeniyên li Tirkiyeyê bi xwendina diayan ayîn da destpêkirin. Piştre find pêxist û ava ku di ser de dia xwend li ser beşdarên ayînê reşand. Ayîn bi xwendina diayan û pêxistina findan bi dawî bû.
Dêra dîrokî ya ku 1100 sal berê hatiye avakirin di sala 2025an de ji aliyê Wezareta Çand û Geştiyariyê de hatibû restorekirin. Piştî xebatên restorasyonê bi dawî bibûn, di sala 2007an de, piştî 95 salan cara ewil di 19ê Îlona 2010an de, li Dêra Axtamarayê Civaka Ermenî ayîn pêk anîbû. Ev ayîn bi destûra Wezareta Çand û Geştiyariyê salê carekî pêk tê.














