Enqere – Jinên ku tev li Komcivîna 3yemîn a Jinên KESKê bibûn derbarê pêvajoya aştî û civaka demokratî de axivîn û bi lêv kirin ku bêyî temsileyeta jinan serkeftina pêvajoyê zehmet e û gotin ku divê jin weke kirde di desteyên bên avakirin de cih bigirin.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk piştî derbasbûna qanûna çarçoveyî bi nîqaşên li ser desteyên bên avakirin didome. Desteya yekemîn ku dê sepandina qanûna çarçoveyî bişopînê di bin banê Cigîrê Serokkomar Cevdet Yilmaz de hat avakirin. Desteya Tespît û Şopandinê civîna xwe ya yekem li darxist û di civînê de 4 jêr deste hatin avakirin. Yek jî ji van jêr desteyan Desteya Bêçekbûn û Koordînasyona Stratejîk e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî dê di vê desteyê de cih bigire û pêvajoyê bi rê ve bibe. Her wiha tê payîn ku desteyek jî bi navê Desteya Çavderiyê li Meclisa Tirkiyeyê bê avakirin.
DEM Partî û saziyên jinan jî bi daxuyaniyan destnîşan kirin ku divê jin di bin desteyên li meclisê bê avakirin de cih bigirin û temsileyata jinan jî di pêvajoya şopandin û bicihanîna qanûn de hebe. Gelek jinên endamên saziyên cuda cuda ku li Enqereyê tev li Komcivîna 3yemîn a Jinên Endamên Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Giştî (KESK) bûn, têkildarî qanûna çarçoveyî û beşdariya jinan di desteyan de ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.
‘Di pêvajoyê de rola jinan mezin e’

Endama Odeya Tabîpan a Amedê Elîf Turan ku ji Amedê tev li komcivînê bibû anî ziman ku di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de rola jinan mezin e û wiha axivî: “Hem ji aliyê civakî ve û hem jî ji aliyê aborî ve tundî li ser jinan heye. Di demên şer de jî tundiya li ser jinan bêhtir zêde dibe. Li gor daneyan rojê 3 jin tên qetilkirin. Ji ber wê jî em dibêjin di civakê de aştî û demokrasî hebe tundî kêm dibe. Di komcivîna KESKê de jî em li ser vê yekê axivîn. Çawa jin parçeyekî jiyanê ne heman awayî di hemû qadên jiyanê û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de rol û rista jinan heye. Jin jî divê di vê pêvajoyê de rol û mîsyona xwe bilîzin û gotinên xwe bêjin. Ji bo pêvajo bi awayekî serkeftî bigihêje encamê weke saziyên jinan em jî xebatan dikin. Bi rêya van komcivîn û atolyeyan xebatên xwe dikin.”
‘Bi laçika xwe ya spî aştiyê biparêzin û rol bigirin’

Nivîskara Kurd û endama KESKê Leylana Sidîq jî bi lêv kir ku heke jin di desteyên bên avakirin de cih bigirin dê bandoreke erênî li ser şopandina qanûna çarçoveyî bikin û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku jinên Kurd di şer de bi çekên xwe û di aştiyê de jî bi laçikên xwe yên spî her tim li ber xwe dane. Ji bo wê jî tevlîbûna jinan di nava desteyan de pir girîng e. Her wiha weke nivîskareke Kurd divê ji hemû qadên jiyanê mafê zimanê dayikê bê nasîn. Divê hemû jin xwedî li pêvajoyê derbikevin û bi laçika xwe ya spî aştiyê biparêzin û rol bigirin.”
‘Divê jin bi temsîliyeta wekhev di desteyan de cih bigirin’

Rêvebera TUM-BEL-SENê Evîndar Oncu jî destnîşan kir ku bêyî rol û mîsyona jinan serkeftina pêvajoyê zehmet e û wiha got: “Divê qet nîqaşa vê jî neyê kirin. Jin weke kirde û temsileyata wekhev di desteyên bên avakirin de cih bigire. Şerên derdikevin bi hişmendiya desthilatiya zilam derdikevin. Jin jî her tim têkoşîna aştiyê dikin. Ji bo wê jî divê gotina jinan jî di vê pêvajoyê de hebe. Jinên ku di nava têkoşîna ked û demokrasiyê de cih digirin her tim ji bo pêvajoyê gotinên xwe dibêjin. Gotinên me dê her tim hebe.”












