Li bajarê Sineyê di encama teqîna tankerekê petrolê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hate fêrbûn ku di nav qurbaniyan de jin û zarok jî hene.
Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, li ser rêya sereke ya Sine-Hemedan tankerek sotemeniyê teqiya û di encamê de jin û zarok jî di nav de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor agahiyên bidest ketine, bûyer ji ber teqîna tankerekê sotemeniyê pêk hatiye û bûye sedem ku 13 kes li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest bidin. Her wisa hate zanîn ku yek ji kesên jiyana xwe ji dest daye, ajokarê tankerê ye.
Her wisa hate fêrbûn ku tîmên agirkujiyê demildest gihiştine cihê bûyerê.













