Endamê Fermandariya NPGê Murat Karayilan ji bo 34emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî peyam şand û wiha bang li rêxistinên Kurdistanî kir, “Werin em stratejiyeke hevpar ava bikin û vê pêvajoya dîrokî bi yekbûna demokratîk a neteweyî tacîdar bikin.”
Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan, ji bo 34emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî peyamekî bi dîmen şandn. Karayilan di peyamê de bi taybet balê kişand ser pêvajoya heyî û wiha got, “Şerê çekdarî di têkoşîna azadiyê de rolê pêwîst lîst. Em ji niha şûnde bi rêbaza siyaseta demokratîk dikarin biçin encamê.”
Karayilan got, “Hîna tîştek li holê tune ye. Rêber Apo vê demê wekî demê têkoşînê şîrove kir. Divê em hemû vê demê wekî pêvajoya têkoşînê bigrin dest.”
Peyama Karayilan wiha ye:
“Gelê me yê hêja, dostên bi rûmet silav û rêz ji we hemûyan re.
Ez bi navê Rêveberiya Tevgera me Festîvala 34emîn a Çanda Kurd li ve pîroz dikim û serkeftinê ji we re dixwazim.
Beriya 34 sal ez jî li Ewropayê bûn û wê demê biryara festîvalekî wiha hate girtin. Hûn jî ji wê demê heta niha her sal wekî kevneşop vê didomînin. Ev li dijî asîmîlasyon, qirkirina çandî, helwestekî pir hêja û bi wate ye.
Di heman demê de, ji bo bîranîna şehîdên qehreman hatiye ragihandin. Ev jî hêja û bi wate ye. Em ji ber vê seknê we spasiya we dikin û we pîroz dikin.
Hevalên hêja;
Weke hûn dizanin, têkoşîna me, Têkoşîna Azadiya Kurdistan ji serdemkî pir girîng, pir hesas û dîrokî derbas dibe. Bi banga Rêber Apo a dîrokî ya di 27’ê Sibata 2025’an re, têkoşîna me ket serdemekî nû. Ev serdem, serdema ji stratejiya şerê çekdarî derbasbûna ji bo strejiya siyaseta demokratîk e.
Hûn Kurdistaniyên li Ewropayê, vê pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Heta îro keda we di têkoşîna me de pir çêbû, tevkariyên we yên pir girîng çêbûn. Em hêvî dikin ku di vê serdema nû de jî hewldan û tevlîbûna we bi awayekî xurt dewam bike.
Divê bê zanîn, Rêber Apo vê pêvajoya nû ji bo pêşiya serkeftinê veke, pêş xistiye. Em jî wekî Tevger bawerî bi vê pêvajoyê tînin. Şerê çekdarî di têkoşîna azadiyê de rolê pêwîst lîst. Em ji niha şûnde bi rêbaza siyaseta demokratîk dikarin biçin encamê.
Mijara herî girîng a di meşandina pêvajoya nû de, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ji bo hemû hevalan, gerîlayan ev mijar nebe nabe ye. Ji ber ku divê Rêber Apo azad bibe û vê pêvajoyê bi xwe bi rêve bibe. Ger ev pêk neyê, pêvajo jî bi ser nakeve.
Welatparêzên bi rûmet;
Em tevgerekî bi tecrube ne. Ev pêvajo di heman demê de xeteriyên xwe ji hene. Ji bo vê divê em bi baldarî û tedbîr tevbigerin. Ango wekî Tevger û gel divê vê demê bi vî rengî bigrin dest. Hîna tîştek li holê nîne. Rêber Apo vê demê wekî demê têkoşînê şîrove kir. Em hemû divê vê demê wekî pêvajoya têkoşînê bigrin dest.
Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd siyaseta înkarê meşand. Gelê me her daxwaziya maf pêş xist, ev wek serhildan hate hesibandin û bi darê zorê, zextê çûyîna ser çêbû û pelixandin pêş ketin Têkoşîna me ya şoreşgerî jî bi heman şêwazî wek serhildan hate hesibandin. Û ev nêzî 50 sal e ji bo Tevgera me bê tasfiyekirin, bê pelixandin, gelek rê û rêbaz hatin bikaranîn. Bi taybet, ev deh salên dawî bi aîlkariya NATO, bi piştevaniya hinek hêzên herêmê, bi bikaranîna hemû çekên modern, çekên qedexe xwestin me tune bikin. Lê li hemberî van êrîşên tunekirinê, gerîlayên azadiya Kurdistanê berxwedanekî dîrokî pêş xistin, bi ruhekî fedayî li ber xwe dan. Di dawiyê de nekarîn me tune bikin, nekarîn me têk bibin. Em li ser lingan man. Ji bo vê dewletê serî li Rêber Apo xist. Ev pêvajo li ser vê esasê pêş ketiye. Bêguman di vir de rola şehîdên qehreman pir mezin e. Di pêşxistina vê pêvajoyê de, keda Rêber Apo û berxwedana şehîdên qehreman rola xwe ya esasî ye.
Welatparêzên bi rûmet;
53 salên derbasbûyî ji bo têkoşîna azadiya Kurdistan bi ser bikeve, bingehekî xurt hatiye avakirin. Ev hemû bi hêsanî çênebû. Bi ked, fedakarî û berxwedanê çêbû. Berxwedaniya hemû gelê me, bi keda Kurdên Ewropa, ev tişt pêk hatin.
Niha ji bo gelek tune nebe û bi ser bikeve, du tiştên esasî pêwîstin.
Ya yekemîn; avakirina stratejiyê, ango serokatiya stratejîk.
Ya duyemîn jî avakirina qehremanên xwe ye.
Civakekî ku lehengên xwe afirandine, stratejiya xwe ava kirine, têk naçe. Îro ev her du jî hene. Em dikarin li ser bingeha perspektîfa ku Rêber Apo ji bo gelê Kurd pêş xistiye û li ser zemîna ku qehremanan ava kirî, têkoşînê hin geştir bikin û bi ser bixin.
Qehremanên me hene: ji Mazlûm Doganan heta Egîdan (Mahsum Korkmaz), ji Bêrîvanan heta Bêrîtanan, Zîlanan, Sarayan û Delal Amedan… Dîsa şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan, Riza Altun, Nûreddîn Sofî, Erdal (Engîn Sîncer), Atakan Mahîr, Adil Bilikî, Nûda Karker û Egîd Civyan qehremanên me hene. Herî dawî qeheremanên me yên mîna Mordem Çewlîg hene. Em dikarin li ser nirx û mîrateya ku wan afirandine pêşerojek azad û demokratîk ava bikin.
Welatparêzên hêja, hevalên hêja;
Îro li tevahiya cîhanê û bi taybetî li Rojhilata Navîn krîz, şer û pêşketinên girîng diqewimin. Gelê Kurd li herêmê gelekî bihêz û girîng e. Lê niha bê stratejî û belavbûyî ne. Ji bo li herêmê bibin îradeyek, mîna gelên cîran li ser axa xwe bi azadî bijîn, divê teqez xwedî îradeyek hevpar be û yekîtiya xwe ava bike. Ji ber vê yekê Rêber Apo dibêje ku yekîtiya demokratîk şert e. Li ser navê Tevgera me, ez bang li hemû rêxistinên Kurd dikim: Werin em stratejiyek hevpar ava bikin û vê pêvajoya dîrokî û girîng bi yekîtiya demokratîk a neteweyî tacîdar bikin. Hêviya hemû gelê me eve. Weke Tevger, em amade ne ku di vî warî de her cûre fedakariyê bikin.
Welatparêzên rêzdar, gelê me yê bi rûmet, gelê me yê li Ewropayê;
Wekî ku me got, di têkoşîna me ya heta niha de kedeke we ya mezin heye. Lê divê ji niha û pê ve bêtir beşdar bibin. Divê were zanîn ku Rêber Apo ev pêvajoya nû ji bo serketina me û mezinkirina girseya me da destpêkirin. Ji ber vê yekê divê hemû gelê me bi taybetî yên li Ewropa û derveyî welat, di vê serdema nû de piştgiriya xwe ya hem madî û hem jî manewî xurttir bikin. Têkoşîna me wê piştî vê serdemê hîn xurttir bibe.
Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdistan û herêmê, ji bo tevahiya cîhanê perspektîfên çareseriyê pêşkêş kiriye. Em li dijî modernîteya kapîtalîst, modernîteya demokratîk temsîl dikin. Avakirina civaka azad, demokratîk û ekolojîk a ku xwe dispêre jinên azad, îro ji bo her kesî pêwîstiyeke.
Ji ber vê sedemê hûn dikarin li Ewropa û li tevahiya cîhanê bibin pêşengên fikir û felsefeya Rêber Apo û dikarin li her derê temsîl bikin. Lê ji bo vê divê pêşî hûn xwe birêxistin bikin. Di komînên demokratîk de xwe birêxistin bikin, bibin xwedî îrade. Hûn li ku derê dibin bibin; lê bi tena serê xwe nemînin. Xwe birêxistin bikin, cihê xwe di têkoşîna azadî û demokrasiyê de bigirin. Ger hûn wisa bikin, dikarin di vê serdema dîrokî de rolek mezintir bilîzin.
Li ser vê bingehê, ez careke din festîvala we pîroz dikim û we hemûyan bi rêzdarî û hezkirinê silav dikim. Di serdema nû de ji we hemûyan re serketinê dixwazim.
Bijî têkoşîna gelê me! Bijî Serok Apo!
Bi xatirê we, serkeftin!













