Piştî êrişa Îranê ya li dijî du keştiyên şer ên Amerîkayê, CENTCOMê jî ragihand ku wê li 3 keştiyên petrolê yên artêşa Pasdaran xistiye.
Piştî ku hêzên Îranê bi mûşekên balîstîk du keştiyên şer ên Amerîkayê kirin hedef, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) daxuyaniyek li ser Xê weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, hêzên Amerîkayê îro 3 keştiyên petrola xav ên artêşa Pasdarên Îranê bombebaran kirin.
Di daxuyaniya CENTCOMê de têkildarî êrişên Îranê de jî hate destnîşankirin ku keştiyek amerîkî û keştiyek balafirhilgir ji çend êrişên Îranê filitîn û tu zerar bi hêzên Amerîkayê çênebûn.
Li gorî daxuyaniyê, hêzên Amerîkayê tankerên petrolê “Downy” li peravên girava Xerecê û Stark 1 a li nêzîkî Jask bêbandor kirin. Di heman demê de tankera petrola xav a vala “Kilo”, ku wekî “Nuxen” jî tê zanîn, piştî valakirina ekîba wê li kendava Omanê bê bandor kir.
CENTCOMê ragihandin ku her sê tanker beşek ji toreke veşartî ne ku bi qasî milyaran dolar fenanseyê dide artêşa Pasdaran û alîgirên wê yên herêmî.
Serfermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Brad Cooper anî ziman ku DYA‘yê dê mesrefek aborî ya pir mezin li artêşa Pasdaran ferz bike û got, “Em ê dudilî nebin ku hêzên Amerîkî biparêzin. Eger pêwîstî çêbibe em ê filoya petrolê ya sînordar û qels a Îranê îmha bikin.”













