• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Navenda Nûçeyan/ AW

4 ÎLON 2026 - 10:55
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Mazlum Ebdî ku pirsên Rojnameya Yenî Yaşamê bersivandin, destnîşan kir ku piştî 15 salên şer û bedelên giran, armanca wan a sereke parastina destkeftiyan e û wiha got: “Eger Sûriye ji nûve tê avakirin, divê Kurd di vê avakirinê de bi nasnameya xwe cih bigirin û mafên xwe garantî bikin.”

Têkildarî pêşketinên li Sûriyeyê Mazlum Ebdî ji bo rojnameya Yenî Yaşamê pirsên Nezahat Dogan bersivandin. Abdî balkişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û anî ziman ku di pêvajoya avakirina Sûriyeya nû de, divê gelê Kurd di qada siyasî û rêveberiyê de cihê xwe yê mafdar bigire. Ebdî destnîşan kir ku piştî 15 salên şer û bedelên giran, armanca wan a sereke parastina destkeftiyan e û wiha got: “Eger Sûriye ji nûve tê avakirin, divê Kurd di vê avakirinê de bi nasnameya xwe cih bigirin û mafên xwe garantî bikin.”

‘QSD tasfiye nebû vegeriya beşek fermî ya artêşa Sûriyeyê’

Li ser nîqaşên derbarê entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de, Ebdî angaştên wekî “QSD tasfiyebûye” an jî “tiştek netiye guhertin” red kirin. Ebdî diyar kir ku ev pêvajo li ser bingeha mutabeqet û planeke zelal pêk hatiye û wiha axivî: “Hêza me ku 15 salan parastina van axan kir, niha bi awayekî fermî tevlî artêşa Sûriyeyê bûye. Armanca me ew e ku parastina herêmê û gelê xwe di çarçoveyeke nû û fermî de bidomînin.”

‘Pirsgirêka zimanê zikmakî ji bo me xeta sor e û têkoşîna me dê bidome’

Di mijara perwerdeya bi zimanê Kurdî de, Ebdî da zanîn ku di dîroka Sûriyeyê de yekem car e zimanê Kurdî di nava perwerdehiyê de bi awayekî fermî cih digire. Ebdî destnîşan kir ku ev gava hatî avêtin ji bo wan bes nîne û wiha domand: “Zimanê Kurdî xeta me ya sor e. Tevî ku statuya ziman hatiye qebûlkirin jî, li gorî sîstema ku me di van 15 salên dawî de ava kiribû hîn kêmasî hene. Ji bo mafên çandî û perwerdehiya zimanê zikmakî têkoşîna me dê bi biryarî bidomîne.”

‘Ji bo Efrîn û Serêkaniyê xebat tên meşandin”

Ebdî bal kişand ser rewşa herêmên wekî Efrîn û Serêkaniyê û diyar kir ku ji bo vegera ewle ya koçberan û çareserkirina pirsgirêkên asayişê hewldanên wan berdewam in. Ebdî da zanîn ku ji bo parastina mafên gelê Kurd li hemû herêman, ew bi rayedarên Sûriyeyê re di nava diyalogê de ne û armanca wan ew e ku ewlehî û aramî ji bo hemû pêkhateyan bê misogerkirin.

‘Pêwendiyên bi Tirkiyeyê re û pêvajoya nû li gorî berjewendiya gelan e’

Di derbarê têkiliyên bi Tirkiyeyê û bandora wê ya li ser herêmê de, Ebdî destnîşan kir ku piştî salên şer, niha zemîneke ji bo diyalog û çareseriyê derketiye holê. Ebdî anî ziman ku ew girîngiyê didin têkiliyên asayî û avaker ên bi Tirkiyeyê re û wiha pêde çû: “Têkiliyên ku bêşer û li ser bingeha diyalogê bên meşandin, dê hem ji bo Sûriyeyê hem jî ji bo gelê Kurd encamên erênî bi xwe re bînin.”

‘Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin û bi bawerî ber bi pêşerojê ve bimeşin’

Ebdî di dawiya axaftinê de banga yekîtiyê li hemû hêzên siyasî û gelê Kurd kir û bal kişand ser girîngiya xurtkirina têkoşîna demokratîk. Ebdî got ku êdî rûpelê şer hatiye girtin û dem dema avakirinê ye û wiha got: “Pêwîst e gelê me û hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi hêviyeke mezintir li pêşerojê binêrin. Bi yekîtî, rêxistinbûn û têkoşîneke hevpar em dikarin siberojeke azad û demokratîk ava bikin.”

 

Etîket: Mazlum EbdîNezahat DoganQSDRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Berwarî: Ji bo yekîtiya neteweyî pêk were divê partî jidil bixebitin

‘Xilasî û azadiya gelê Kurd di yekîtiya neteweyî de ye’

15 COTMEH 2026
Bakirhan li Foruma MERI wêneyê peyama yekitiyê belav kir

Bakirhan li Foruma MERI wêneyê peyama yekitiyê belav kir

13 COTMEH 2026
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed beşdarî foruma li Dihokê bûn

Bakirhan, Ebdî û Îlham Ehmed li Hewlêrê ne

12 COTMEH 2026
Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
Ji Mazlum Ebdî peyama ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî

Ji Mazlum Ebdî peyama ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî

29 ÎLON 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne