Polîsan nîvê şevê bi awayek korsan bi ser Komeleya Çand û Hunerê ya Amargiyê de girt û mifteya komeleyê guhertin. Hat zanîn ku polîsan gotiye divê berpirsên komeleyê biçin mifteyê ji emniyetê bigirin.
Polîsan bi şev saet li derdora 02:00an bi awayek korsan avêt ser Komaleya Çand û Hunerê ya Amargiyê ya li navçeya Sûra Amedê. Hate zanîn ku polîsan mifteya deriyê komeleyê guhertiye û li gel xwe birine. Hat diyarkirin ku polîsan têbiniyek (notek) danîne wir û di têbiniyê de hatiye gotin ku berpirsyarê komeleyê dikarin biçin mifteyê ji Midûriyeta Polîsan a Amedê bigirin.








