• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
04 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kargeha Heftrengê ku ji ber zextên siyasî hatibû girtin dîsa dest bi kar kir

    Kargeha Heftrengê ku ji ber zextên siyasî hatibû girtin dîsa dest bi kar kir

    ‘Rêzgirtina li hemberî bîranînan rastiya civaka demokratîk e’

    ‘Rêzgirtina li hemberî bîranînan rastiya civaka demokratîk e’

    Polîs bi awayek korsan ketin Komeleya Amargiyê

    Polîs bi awayek korsan ketin Komeleya Amargiyê

    Nivîskar Mûsa Şanak: Divê her kes li dijî provokasyonan şiyar be

    Nivîskar Mûsa Şanak: Divê her kes li dijî provokasyonan şiyar be

    ROJEVA 2yê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 4ê ÎLONA 2026an

    Zaroka ku ji qata 3yan ket jiyana xwe ji dest da

    Zaroka ku ji qata 3yan ket jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Kargeha Heftrengê ku ji ber zextên siyasî hatibû girtin dîsa dest bi kar kir

    Kargeha Heftrengê ku ji ber zextên siyasî hatibû girtin dîsa dest bi kar kir

    ‘Rêzgirtina li hemberî bîranînan rastiya civaka demokratîk e’

    ‘Rêzgirtina li hemberî bîranînan rastiya civaka demokratîk e’

    Polîs bi awayek korsan ketin Komeleya Amargiyê

    Polîs bi awayek korsan ketin Komeleya Amargiyê

    Nivîskar Mûsa Şanak: Divê her kes li dijî provokasyonan şiyar be

    Nivîskar Mûsa Şanak: Divê her kes li dijî provokasyonan şiyar be

    ROJEVA 2yê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 4ê ÎLONA 2026an

    Zaroka ku ji qata 3yan ket jiyana xwe ji dest da

    Zaroka ku ji qata 3yan ket jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji saziyên zarokan xebatek giranbiha: Kovara ‘Nivîskarên Biçûk’ derdikeve

Amed / AW

4 ÎLON 2026 - 09:08
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Li navçeya Sûra Amedê, bi hevkariya Komeleya Berî Her Tiştî Zarok û Zarok TVyê xebateke ji bo nivîsandinê ya zarokan tê kirin. Zarokên ku beşdarî kargehên çîroknivîsîn û dramayê dibin, amadekariya hejmara 2yemîn a kovara “Nivîskarên Biçûk” dikin. Kovara ku hemû nivîsên wê ji aliyê zarokan ve tên nivîsandin, wê di 12ê Îlonê de derkeve.

Li Sûrê 3 sal in bi hevkariya Komeleya Berî Her Tiştî Zarok û Zarok TVyê, kargehên cuda yên wêje, drama û hunerê tên organîzekirin. Di van kargehan de nêzî 50 zarokên ku li Sûrê di nav derfetên kêm de dijîn, bi alîkariya mamosteyan çîrok û helbestên xwe dinivîsin. Zarok tenê çîrokan nanivîsin, di heman demê de çîrokên ku afirandine dikin lîstikên dramayê û dileyîzin. Piştî ku çîrok hatin berhevkirin û redektekirin, wek kovarê dê bê çapkirin. Endamê Lijneya Weşanê ya Zarok Tvyê Cebar Alp li ser hejmara 2yemîn a kovara “Nivîskarên Biçûk” û li ser xebatên xwe axivî.

Zarok hem çîrokên xwe dinivisînin û hem jî dilîzin

Cebar Alp destnîşan kir ku sê sal in xebatên kargehên zarokan li dar dixin û wiha got: “Em wekî Zarok TV bi taybetî li Amedê van xebatan dikin, lê em dixwazin li derveyî Amedê jî belav bikin. Di rewşa heyî ya Amedê de em van kargehan dikin kargehên drama, dûblaj, çêkirina kûkla, fêrbûna ziman û nivîsandina çîrok û helbestan, da ku nivîskarên biçûk tev li kargehên me bibin. Zarok tên tev li kargeha dûblajê dibin û çîrokan dinivisînin. Her hefte çîrokên xwe tînin; em jî wan çîrokan dikin lîstik û dramaya xwe li ser çîrokên zarokan ava dikin. Wekî kargeh em bi vî rengî dixebitin, di dawiyê de çîrokên hemû zarokan berhev dikin, redekte dikin û piştre dikin kovar. Sala borî hejmara yekemîn a kovarê derket. Di nav kovara me ya bi navê ‘Nivîskarên Biçûk’ de hemû zarok çîrokan dinivisînin. Hin çîrok jî bi awayekî kolektîf bi hev re tên nivîsandin. Zarok çîrokên xwe hem dinivisînin û hem jî dilîzin. Di dawiyê de em çap dikin û didin zarokan.”

‘Em dixwazin van xebatan belav bikin’

Cebar Alp anî ziman ku îsal ji bo hejmara duyemîn a kovarê xebatê kirin e û wiha axivî: “Ev hejmara duyemîn a kovarê ji ya sala çûyî berfirehtir e. Nivîskarên îsal yên kovarê ne heman zarok in, nivîskar guherîn. Em dizanin ku zarokên li Sûrê di nav derfetên kêm de dijîn. Nivîskarên vê kovarê hemû zarokên Sûrê ne. Zarokên Sûrê çîrokên xwe dinivisînin, li ser wan çîrokan lîstik lîstîn û hemû pêvajoya kargehan li ser van çîrokan bi rê ve çû. Niha jî em amadekariya hejmara nû ya kovara ‘Nivîskarên Biçûk’ dikin. Heta 12ê Îlonê wê bê çapkirin. Kargeh bi nêzî 50 zarokî re tê kirin. Ev kargehên taybet ên drama û dûblajê bi hevkariya Komeleya Berî Her Tiştî Zarok û Zarok TVyê tê kirin. Mixabin li taxên din xebatên me nîn in, lê em dixwazin van xebatan belav bikin û bigihîjînin navçeyên din jî. Zarokên me heger bixwazin dikarin çîrokên xwe binivîsin û bi me re parve bikin. Em dixwazin ji her çar parçeyên Kurdistanê çîrok ji me re bên û em ê vê xebatê berdewam bikin. Em ê van xebatan li hawirdorên din jî berbelav bikin û di vê rêyê de pêşengiyê bidin zarokan. Hêviya me pir bilind e. Dema ku derfet bê dayîn, zarok dikarin xebat û xeyalên xwe bê sînor, bêtirs û bêguman bînin ziman û gelek tiştan bikin.”

Şahiya kovarê di 12ê Îlonê de dê pêk were

Cebar Alp di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku xebatên kargehan wê di 12ê Îlonê de bi şahiyekê bi dawî bibin û got: “Zarokên di kargehan de cîh girtine, tiştên ku fêr bûne wê bi pêşandanekê nîşan bidin. Di kargeha lîstikê de lîstikeke taybet, di kargeha zimanê îngilîzî de jî bi melodiya stranên Zarok TVyê pêşandanek wê bê kirin. Kargeha dramayê jî wê lîstik û dramayên ku zarokan amade kirine dê werin pêşkêşkirin. Di dawiya pêşandana kargehan de, em ê kovara ‘Nivîskarên Biçûk’ teslîmî zarokan bikin û bi stranên Zarok TVyê şahiya xwe bi dawî bikin. Şahiya me wê di 12ê Îlonê de li avahiya Komeleya Berî Her Tiştî Zarok a li Sûrê pêk bê.”

Etîket: Komeleya Berî Her Tiştî Zarokkovara Nivîskarên BiçûkzarokZarok TV
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Kobanê Mihrîcana Zarokan a 9emîn pêk hat

Li Kobanê Mihrîcana Zarokan a 9emîn pêk hat

1 ÎLON 2026
Li Pakistanê şewata nexweşxaneyê: 14 zarokan jiyana xwe ji dest dan

Li Pakistanê şewata nexweşxaneyê: 14 zarokan jiyana xwe ji dest dan

26 TEBAX 2026

Di Mîhrîcana Tetwanê de zarok têra dilê xwe kêfxweş bûn

2 TEBAX 2026
Konsera Atolyeya Muzîkê ya Gerok li gundê Zoravayê bû

Konsera Atolyeya Muzîkê ya Gerok li gundê Zoravayê bû

1 TEBAX 2026
Hem hîn bûn û hem jî konser li dar xistin

Hem hîn bûn û hem jî konser li dar xistin

1 TEBAX 2026
‘Berdelê siyaseta ku nikare zarokan biparêze, nikare li ser milê zarokan bê barkirin’

‘Berdelê siyaseta ku nikare zarokan biparêze, nikare li ser milê zarokan bê barkirin’

21 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li dijî HDK operasyona binçavkirinê: Herî kêm 52 kes hatin binçavkirin

    Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meş û çalakiyên 1ê Îlonê: Daxwaza sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Manîsayê bangewaziya 1ê Îlonê: Werin em dengê aştiyê bilind bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên têkoşîna azadiyê li Stenbolê hatin bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ROJEVA 1ê ÎLONA 2026

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şalûl li Amedê hatin dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo Fermandara YJA-Starê Girîn Taş bîranîn hate lidarxistin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana jiyana xwe ji dest da

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne