Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Erdîşê bertek nîşanî neçêkirina rêyên ku di berpirsiyariya qeyim ê Şaredariya Bajarê Mezin de ne da û wiha got: “Rêveberiya qeyim neçar e ku di qada berpirsiyariya xwe de xizmetê bike û pêdiviyên gel dabîn bike.”
Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Erdîşê ya Wanê derbarê neçêkirina rêyên navçeyê yên di bin berpirsiyariya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de ye ku niha ji aliyê qeyim ve tê birêvebirin, li sûka navçeyê daxuyanî da. Tevî hevserokên navçeyê yên DEM Partî û DBP, nûnerên saziyên sivîl û welatî jî tev li daxuyaniyê bûn.
‘Rasterast bandorê li ser jiyana rojane dike’
Hevseroka DEM Partiyê ya Erdîşê Yasemîn Agaoglû metna daxuyaniyê xwend û diyar kir ku ev demeke dirêj e rêyên Erdîşê li benda çêkirinê ne. Yasemîn Agaoglû da zanîn ku rêyên ku di bin berpirsiyariya rêveberiya qeyim a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de ne, kêmasiya xebatên lênêrîn, tamîrkirin û çêkirinê rasterast bandorê li jiyana rojane ya gelê Erdîşê dike û wiha got: “Rêveberiya qeyim neçar e ku di qada berpirsiyariya xwe de xizmeta gel bike û daxwaz û pêdiviyên gel dabîn bike. Îro li Erdîşê welatiyên me ji ber rêyên xirab û bêkontrol mexdûr dibin. Dema baran dibare, de nav heriyê de dimînin, di mehên havînê de jî ji ber toza zêde tengasiyên mezin dikişînin. Ev rewş ne tenê pirsgirêkek hêsan a rê ye ku çûnûhatina wesayîtan zehmet dike; rêyên xirab rasterast bandorê li çûna xwendekaran a dibistanan, gihîştina nexweşan a xizmetên tenduristiyê, hatin û çûyîna kal û welatiyên astengdar, gihîştina cotkaran a qadên hilberînê û jiyana rojane ya kedkaran dike.”
‘Daxwaza xizmetê mafê gelê Erdîşê ye’
Yasemîn Agaoglû bang li qeyim kir ku xizmeta gel bike û axaftina xwe wiha bi dawî anî: “Ji vir em careke din bang li rêveberiya qeyim a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatiye tayînkirin dikin. Çêkirina rêyên Erdîşê zêdetir paşve nexin. Gund û cihên rûniştinê yên Erdîşê ji derveyî plansaziya xizmetê nehêle. Gelê Erdîşê heq dike ku li cihê lê dijî xwediyê şert û mercên veguhastinê yên ewleh û saxlem be. Çêkirina rê ne xêr û kerem e, çêkirina rê berpirsiyariya şaredariyê ye; daxwaza xizmetê ne sûc e, daxwaza xizmetê mafê herî xwezayî yê gelê Erdîşê ye. Em ê heta dawiyê xwedî li mafê gelê Erdîşê derkevin.”
Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.













