Duh bi şev li taxa Şafakê ya Êlihê welatiyê bi navê Samîr Baylan dawî li jiyana xwe anî.
Duh bi şev li Taxa Şafakê ya Êlihê welatiyê bi navê Samîr Baylan ku di şaredariyê de wekî ajokarî otobusê dixebitî, ji ber sedemeke nehat zanîn li mala xwe dawî li jiyana xwe anî.
Piştî bûyerê agahî li tîmên tendûristiyê û polîsan hat dayîn. Piştî lêkolînên li cihê bûyerê, cenazeyê Samîr Baylan rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.
Cenazeyê Samîr Baylan piştî karûbarên otopsiyê teslimî malbatê hat kirin. Piştre malbat cenazeya Samîr Baylan wergirt, wî li Êlihê spartin axê.









