Vanspor a ku ji ber nebûna sehayê maçên xwe li Akhisarê dilîze, di lîga 1emîn de li hemberî Batman Petrolsporê 2-0 têk çû. Tevî ku Batman Petrolsporê bi vê serketinê lûtkeya xwe parast û piştî 15 mehan tola fînala play-offê hilda, dîmenên herî xweş ên maçê li tribûnan qewimîn; alîgirên her du tîman maç mil bi mil temaşe kirin û peyama “xwişk-biratiyê” dan.
Vanspor a ji ber nebûna sehayê wekî “sahaya xwe ya navendî” li Akhisarê lîst, di deqîqeya 45an de bi gola Dóriya re 1-0 ket paş. Tevî ku tîma sor-sipî di nîvê duyemîn de ji bo wekheviyê têkoşiya jî, gol nedît. Batman Petrolsporê di deqîqeyên dawî de gola duyemîn jî tomar kir û bi 3 pûanan vegeriya. Bi vî rengî, Vansporê di lîgê de tûşî têkçûna xwe ya sêyemîn a di 5 maçan de hat, Batman Petrolsporê jî serketina xwe domand.
Li Akhîsarê dîmenên xwişk-biratiyê
Tevî pêşbirka li qadê, atmosfera li tribûnan a di navbera her du aliyan de hate dîtin ku Alîgirên Batman Petrolspor û Vansporê maç mil bi mil û li gel hev temaşe kirin. Bêyî ti alozî, alîgirên her du tîman bi hev re dirûşm berz kirin û diyar kirin ku futbol amûreke dostaniyê ye. Li qadê Batman Petrolsporê sê pûan girtin, lê li tribûnan her kesî got: “Ya serkertî xwişk-biratî bû.”
Batman Petrolspor li lûtkeyê ye
Batman Petrolspor, di 4 hefteyên ewil ên lîgê de 3 serketin û 1 beramberî bi dest xistibû û bi 10 pûanan li lûtkeyê bû; bi serketina 2-0 ya li hemberî Vansporê re, îdiaya xwe ya li lûtkeyê parast.
Piştî 15 mehan dîsa hatin pêşberî hev
Vê maçê xwedî giraniyekî dîrokî jî bû. Her du tîman cara dawî di 1ê Hezîrana 2025an de di Fînala Play-Off a TFF Lîga 2. de hatibûn hemberî hev û Vansporê bi penaltîyan û derbasî Lîga 1emîn a Trendyolê bûbû. Piştî nêzîkî 15 mehan, vê carê li Lîga 1emîn hatin gel hev û Batman Petrolsporê tola xwe bi serketina 2-0 hilda.















