Amed – Li navçeya Peyasa Amedê bi armanca çareserkirina pirsgirêkên civakî Meclîsa Çilan tê avakirin. Dê di vê meclîsê de pirsgirêkên civakê werin çareserkirin.
Li navçeya Peyasa Amedê bi armanca çareserkirina pirsgirêkên civakî Meclîsa Gel tê avakirin. Ev meclîs ji bo ku gel bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bike, rasterast ji aliyê gel ve tê avakirin. Di vê ‘Meclîsê Çewresan’, ‘Meclîsa Çilan’, ‘Meclisa Çiluran’ de pirsgirêk, nakokî û nîqaşên ku di nav civakê de çêdibin dê bêne nirxandin û çareserkirin.
Me beriya mehekê serdana wî cihê ku meclis tê avakirin kiribû û wêneyên wê girtibûn. Maleke gelekî kavil û wêranbûyî bû. Gel ev mal ji nû ve ava kir. Di meclîsê de dê ji gel 40 kes cih bigire û navê meclisê dê bibê ‘Meclisa Çiyayê Çilan’. Armanca vê meclîsê ev e; Ji ber ku di van demên dawî de li Kurdistanê doza xwînê û pevçûnên di navbera gel de zêde bûne, meclîs ji bo çareserkirina van pirsgirêkan hat avakirin. Pirsgirêka kê hebe jî, meclîs dê bîne asteke çareseriyê. Xebatên li herêmê hêj berdewam dikin. Vekirina meclîsê dê di 21ê Îlonê de bê lidarxistin.
Welatparêzên ku ji bo vê meclîsê ked didin Firat Çetîn û Orhan Kaya derheqê Meclîsa Gel de ji ajansa me re axivîn.
‘Bingeha wê meclîsê Paradîgmaya Rêbertî ye’

Firat Çetîn anî ziman ku ew wekî gel hatine cemhev û biryara avakirina vê meclisê dane û wiha got: “Di vê meclîsê de dê çil kes cih bigirin. Wateya vê meclîsê ji bo me gelekî girîng e. Ger hûn bibêjin çima? Tişta ku avakirina vê meclîsê peyda kiriye, paradîgmaya Rêbertî ye. Bi vê paradîgmayê re jiyaneke komunal tê avakirin; li ser vê bingehê em mal û welatê xwe ava dikin. Wekî ku tê dîtin, di Meclîsa Çilan de pirsgirêk, tevlîhevî û nîqaşên ku di nav gelê me de hene dê bêne nirxandin û çareserkirin. Li ser vê esasê divê saziyên me tev li gelê me û meclîsa me bibin yek û xwedî li vê derkevin. Me ev meclîs bi taybetî li Peyasê ava kir; sedema vê yekê ew e ku Rêbertî di salên 1973-1974an de plansaziyên xwe li ser Peyasê kiribûn.”
Meclîs dê di 21ê Îlonê de were vekirin

Orhan Kaya jî banga piştevaniiyê û tevlibûnê kir û ev tişt anî ziman: “Ji bo çareserkirina pevçûn û pirsgirêkên di navbera gel de me meclîsek ava kir. Em dixwazin pirsgirêkên di nav civaka me de bi dawî bibin. Wekî ku hûn jî dizanin Kurdistan bûye çar parçe û bi vê awayî tê birêvebirin. Ji ber vê yekê ji bo yekbûna van parçeyan û ji bo ku gel di nav aramî û xwişk-biratiyê de bijî, ji me re meclîsên gel ên bi vê rengî pêwîst in. Vekirina meclîsa me di 21ê Îlonê de ye. Ji niha ve em herkesî vedixwînin ku xwedî li vê xebatê derkevin.”








