* Welatiyên Êlihê yên ku tev li çalakiya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bûne anîn ziman ku ew dixwazin wekî her neteweke li cîhanê dijîn, xwedî maf bin.
* Hat angaştkirin ku li Bajarokê Migrakomê yê li ser navçeya Dêrxasê ya Mûşê cerdevanê bi navê E.G., destdirêjî li kesê astengdar E.K., kiriye. Dayika E.K., Fatma K. diyar kir ku bûyer 13-14 sal berê qewimiye û ew niha li Serdozgeriya Komarê ya Mûşê giliyê cerdevan kiriye.
* Rêveberê KURDÎGEHê Mehdî Gerçeklî bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û anî ziman ku divê dewlet mafên bingehîn ên Kurdan nas bike û zirarên rabirdûyê bêne telafîkirin.
Kirmanckî
* Qezaya Amedî Peyas de seba problemana komelê Meclîsê Şarî awan bibo. No meclîs, şarî bi xo awan kerdo û yin bi xo problemenê xo çereser bikerê. Tîyadê şar îdarêyo xoser dano ramitene.








