• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Serlêdanên ji bo Konservatuvara Bajar a Aram Tîgran dest pê kir

Amed / AW

1 ÎLON 2026 - 09:51
Kategorî: ÇAND Û HUNER
A A
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ragihand ku li Konservatuvara Bajar a Aram Tîgran ji bo serdema nû serlêdanên qeydê dane destpêkirin. Qeyd ji 1ê Îlonê heta 20ê Îlonê berdewam bike.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatên parastin, pêşxistin û veguhastina mîrata çandî û hunerî ya bajar bo nifşên nû de, ragihand ku li Konservatuvara Bajar a Aram Tîgran a girêdayî Serokatiya Beşa Karên Çandî, Hunerî û Civakî serdemê qeyda xwendekaran dest pê kiriye. Konservatuvara ku di sala 2010an de hatibû avakirin û di 1ê Mijdara 2016an de ji aliyê qeyim ve hatibû girtin, piştî 9 salan ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve ji nû ve hate vekirin. Di serdemê nû de jî di şaxên cuda yên hunerê de perwerdehî bi temamî bêpere bê dayîn. Serlêdanên serdemê nû yên konservatuvarê dê di navbera 1-20ê Îlonê ya 2026an de bê kirin.

Li Konservatuvara Bajar a Aram Tîgran ku dê bi kontenjana sînordar xwendekaran qebûl bike; beşên sînema, şano, muzîk, muzîka zarokan, ziman û wêjeya kurdî û govend cih digirin. Bi bernameyên perwerdehiyê re tê armanckirin ku piştgiriya pêvajoyên hilberîna hunerî ya beşdaran bê kirin û hafizaya çandî ya bajar bo nifşên nû bê veguhastin. Hemû dersên atolyeyê yên li konservatuvarê dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bêne lidarxistin.

Perwerdehiya muzîkê ya ji bo 6 salan

Zarokên di navbera temenê 7-12an de dê bikaribin ji beşa muzîka zarokan a li konservatuvarê sûd werbigirin. Di beşa ku zimanê wê yê perwerdehiyê kurdî ye de, dê 6 salan perwerdehiya muzîkê ji zarokan re bê dayîn. Bi vê bernameya perwerdehiyê ya demdirêj re tê armanckirin ku di temenê biçûk de şiyana zarokan a di qada muzîkê de derkeve holê û bi pêvajoyeke perwerdehiyê ya sîstematîk were pêşxistin.

Serlêdan dê li ser DÎSMEKê bêne girtin

Serlêdanên serdemê nû yên konservatuvarê dê di navbera 1-20ê Îlonê ya 2026an de li ser adresa [https://dismek.diyarbakir.bel.tr/] https://dismek.diyarbakir.bel.tr/) bi awayekî serhêl bêne kirin. Ji derveyî Amedê jî serlêdan dê bêne qebûlkirin; kesên ku dixwazin derbarê şert û mercên serlêdanê û bernameyên perwerdehiyê de agahiyên berfireh bistînin, dikarin bi rêya jimara telefona 0412 502 90 18an re bi rayedaran re bikevin peywendiyê.

Pêşbirk di 21yê Îlonê de, qurs di 12yê Cotmehê de dest pê dikin

Piştî qedandina serlêdanan, atolyeyên hilbijartina xwendekaran dê di navbera 21-27ê Îlonê de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bêne çêkirin. Piştî nirxandinên ku di atolyeyan de bêne kirin, xwendekarên ku mafê perwerdehiyê bi dest bixin dê diyar bibin. Encamên atolyeyên hilbijartina xwendekaran dê di 5ê Cotmehê de bêne eşkerekirin, qûrsên serdemê nû yên li Konservatuvara Bajar a Aram Tigran jî dê di 12yê Cotmehê de dest pê bikin.

Etîket: dersên muzîkêKonservatuvara Bajar a Aram Tigrankursên muzîkê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê zarokan bi hunerê re tîne cem hev

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê zarokan bi hunerê re tîne cem hev

25 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne