* Dayika Hacer Tamur (Delîla Gever) a ku cotmeha 2014an li Kobanê jiyana xwe ji dest daye, Hanîfe Temur xwest xwe bigihîne gora keça xwe û wiha got: “Ez dixwazim derfet bê dayîn ku ez biçim Kobanê keça xwe bigerim û bizanibim ka gora wê li ku derê ye. Ji ber ku goreke keça min tune ye çavê me her li derî ye.”
* Keleha Xana Kelê cihekî dîrokî ye. Ev der hem keleh e hem jî wek gundê Xana Kelê tê zanîn û bi ser navçeya Licê ve ye. Ji ber ku keleh nehatiye parastin, ber bi windabûnê ve diçe û li benda restorasyonê ne.
* Baroya Amedê bi boneya destpêka sala edlî dê li ber Edliya Amedê daxuyaniya bide. (11:00)
* Partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, platformên ked û demokrasiyê dê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dê li gelek bajar û navendan meş, daxuyanî û çalakiyan li dar bixin. (12:00-19:00)
* Bi pêşengiya MEBYA-DERê dê serdana bîranîna şehîd Şeyma Ûlûdag (Evîndar Zîlan) were kirin. Bîranîn dê li mala şînê ya Haci Kadrî Davûtoglu ya Dîclekentê ya Peyasê pêk were. (14.00)








