Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bertek û nirxandinên krîtîk ên li ser pêvajoya nû parve kirin. Ehmed destnîşan kir ku entegrasyona QSD’ê nayê wê wateyê ku hemû dosya bi dawî bûne û got: “Têkoşîna herî mezin dê parastina zimanê Kurdî, misogerkirina mafên destûrî û parastina destkeftiyên şehîdan be.”
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed di hevpeyvîneke taybet a li ser kanala Rojava TV de, encamên hevdîtinên dawî yên li Şamê û bertekên civakê nirxandin. Ehmed bal kişand ser perwerdeya bi zimanê dayikê, dosyaya girtiyan, vegera koçberan û paşroja YPJê.
‘Nîqaşa sereke zimanê dayikê ye’
Îlham Ehmed diyar kir ku di hevdîtinên bi Şamê re mijara sereke perwerdeya bi zimanê dayikê bû û hestiyariya gelê Kurd a li hember ziman wekî nêzîkatiyeke mafdar bi nav kir. Ehmed destnîşan kir ku têkoşîna wan a sereke di qonaxa nû de ji bo cîgirtina zimanê Kurdî û mafên gelê Kurd di destûra nû ya Sûriyeyê de ye.
‘Dosyaya YPJ û girtiyan hîn neqediyaye’
Derbarê nîqaşên li ser entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de Ehmed da zanîn ku ev gav hemû pirsgirêkan çareser nake û got: “Nîqaşên li ser çend dosyayan berdewam dikin. Di nav de meseleya entegrasyona Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û guhertina navê komarê hîn neqediyane.” Ehmed her wiha destnîşan kir ku dosyaya girtiyan di hemû hevdîtinan de di rojevê de ye û dê karûbarên li ser vê mijarê di qonaxa pêş de bi leztir bibin.
‘Emê hemû destkeftiyan biparêzin’
Li ser mijara vegera koçberan jî Ehmed diyar kir ku vegera koçberên Serêkaniyê bo ser axa wan dê di nav rêkeftineke ku aramiya herêmê û mafên wan garantî dike de bê organîzekirin. Ehmed rexneyên dawî yên malbatên şehîdan jî nirxandin û ev peyam da: “Rexneyên malbatên şehîdan bi temamî mafdar in. Qonaxa heyî hewceyî xwe-nirxandinê û dilsoziya bi sozên ku ji bo şehîdan hatine dan e. Em ê heta dawiyê pabendî soza xwe ya ji bo şehîdan bimînin û hemû destkeftiyên hatine bidestxistin biparêzin.”













