Di hefteya 3yemîn a Lîga Super de Amedî bi heyeceneke mezin li benda lîstika îro ne. Tîma bajar, Amedspor dê li Yarîgeha Amedê di maçeke krîtîk de tîma Behra Reş Trabzonsporê pêşwazî bike. Ev hevrikiya dîrokî ku alîgir bi rojane li benda wê bûn, ne tenê tekoşîna 3 puanan e, di heman demê de li ser sahayê nîşandana îrade, moral û coşa gelerî ye.
Li hefteya 3yemîn a Lîga Sûper de îro Amedspor û Trabzonspor li Yarîgeha Amedê seat 20:30an de tên hemberî hev. Kelecana bi boneya lîstikê li bajar heyî bi nêzîbûna seata maçê derkete asta herî jor. Ev lîstik ji ber ku yekem maça fermî ya di navbera her du tîman de ye, girîngiyeke taybet heye. Amedspor dixwaze bi lîstikeke xurt û hemû avantajên yarîgeha xwe bi kar bîne da ku serkeftinê diyarî gel bike. Li aliyê din Trabzonspor jî bi hemû derfetên xwe tê Amedê da ku ji lûtkeyê dûr nekave.
Amedspor ji bo 3 pûanan dilîze
Hefteyên borî Amedsporê li deplasmanê lîstik winda kiribû û vê hefteyê dê hewil bide ku vê windahiyê telafî bike. Bes li dijî Trabzonsporê pêkanîna vê armancê hêsan nîne. Li gorî gelek şîrovekarên sporê qada navîn a Amedsporê hêj qels e. Dîsa taybetî parastina êrîşkar û sekna tîmê ya li hemberî zextan dê bibe xala diyarker. Wisa diyar e ku şerê herî dijwar dê li qada navîn a sahayê çêbibe. Tîma ku karibe leza topê bixe bin kontrola xwe û şansên yekem bi kar bîne, dê deriyên serkeftinê ji xwe re veke.
Trabzonspor dixwaze têkçûna li Ewropayê telafî bike
Trabzonspor ku hefteya borî li hemberî tîma ….. winda kir û alîgirên xwe xistin nav bêmoraliyê, dixwaze li Amedê vê yekê telafî bike. Her çiqas bêavantajiya deplasmana Amedsporê bijî jî, Trabzonspor bi xwe bawer e ku dê bi 3 pûanan vegere. Li gorî gelek şîrovekarên sporê jî şansê Trabzonsporê heye ku 3 pûanan bigire.
Bilêdên maçê di demek kin de hatin firotin
Alîgirên Amedsporê ji bo piştgiriyê bidin tîma xwe di demek kin de bilêdên maçê kirîn. Bilêdên lîstikê di nav çend seatan de hatin firotin û gelek alîgiran nekarî bilêdê peyda bike. Amedspor dê li pêşberî zêdetir 30 hezar alîgirên xwe û bi piştgiriya wan bilîze.
Trabzonê li Amedê alîgir peyda nekirin
Di lîstika îro de tîma malovan Amedsporê hezar 500 bilêd ji bo Trabzonsporê veqetandin. Lê ji van bilêdan heta vê seatê 820 heb hatin firotin. Hate zanîn ku tevahiya van bilêdan jî ji hêla kesên derveyî bajar re hatine girtin. Ev yek di navbera alîgiran de bi gotina, “Li Amedê ji bilî Amedsporê tîmên din tune bûne” hate şîravekirin.
Riyên li derdora stadê ji trafîkê re hatin girtin
Bi boneya lîstikê ji gelek bajarên Kurdistanê jî alîgirê Amedsporê berê xwe dane bajar. Bi boneya lîstikê tê payîn ku li bajar mijûliya trafîkê jî derkeve holê. Ji ber lîstikê riyên li derdora stadê dê seat ji 16.00an pêve ji trafîkê re bên girtin.
Ciwanên Qersê tên Amedê
Amedspor ku wekî kevneşopiyekê ji her bajar û navçeyên Kurdistanê ciwanan tîne lîstikê, vê hefteyê jî malovaniya ciwanên Qersê dike. Otobêsa Amedsporê vê hefteyê dê ji Qersê derkeve rê û nêzî 50 alîgirên Amedsporê bîne lîstikê. Hate zanîn ku otobêsa alîgiran tîne serê sibê ji Qersê derkete rê.













