Manîsa – Hevserokên DEM Partiyê yên Manîsayê û Tûrgûtlûyê diyar kirin ku di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de divê dengê aştiyê hin bê bilindkirin û bang li gelên Manîsayê kirin ku bi girseyî tev li pîrozbahiyên1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bibin.
Di nav van rojên ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê kesên ku di dem û cihên cuda de, jiyana xwe ji dest dane eşkere kiriye û li gelek deveran bîranînên ji bo wan tên li darxistin; Tirkiye û Kurdistan bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û bi bernameyên şîn û bîranînan pêşwaziya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dike. Rêxistina bajêr a DEM Partiyê ya Manîsayê jî ji bo pêşwazîkirina 1ê Îlonê di saet 19:00an de dê li navçeya Yûnûsemreyê li Parka Ahmet Kaya çalakiya ji bo 1ê Îlonê li dar bixe û banga xwe ya aştiyê bighîne raya giştî.
Di vê çarçoveyê de Hevseroka DEM Partiyê ya Manîsayê Evîn Gunsel, Hevserokê DEM Partiyê a Manîsayê Kerem Taylan, Hevseroka DEM Partiyê ya Navçeya Tûrgûtlûyê Gulbeyaz Kandemîr û Hevserokê DEM Partiyê a Navçeya Tûrgûtlûyê Îlyas Gunes derbarê rojeva aştiyê ya Tirkiye û Kurdistanê de ji Ajansa Welat re axivîn.
‘Bila êdî dawî li êşên dayikan bê’
Hevseroka DEM Partiyê ya Manîsayê Evîn Gunsel diyar kir ku ew di nav rojên gelek bi êş re derbas dibin û wiha got: “Îro em li Tûrgûtlûyê ne; şehadeta hevala me Hamdiye Komurcu hat ragihandin. Em hemû hatin cem hev, yanî êş hat parvekirin û me şehîdên xwe bi bîr anî. Em ber bi 1ê ve Îlonê diçin; em dixwazin êdî bi vê pêvajoyê dawî li êşan dayîkan bê. Hin dayik hene ku hestiyên zarokên wan jî tune ne. Hinek dayikan cenazeyên zarokên xwe bi kargoyê wergirtin. Lê dîsa ew dibêjin aştî, divê mirov qîymetê vê bizanibe û pêdivî ye di van rojên ku em qala ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ dikin, em bêtir girîngiyê bidin Roja Aştiyê ya Cîhanê . ”
‘Divê 1ê Îlonê em destê serokatiyê xurt bikin’
Hevserokê DEM Partiyê yê Manîsayê Kerem Taylan jî bal kişand ser girîngiya dîrokî ya pêvajoyê, qala polîtîkayên înkarê yên berê kir û destnîşan kir ku divê ev êş û şehadet bibin yên dawî û wiha got: “Di vê serdema ku aştî ji her carê nêzîktir e, divê em destê serokatiya ku rê li ber aştiyê vekir xurt bikin. Lewma jî divê Manîsa ji her carê zêdetir tevlî 1ê Îlonê bibe û dengê aştiyê bilindtir bike. Di nava vê pêvajoyê de, ji hêla partiyê ve şehîd hatin ragihandin. Hêviya me ew e ku ev şehîd bibin şehîdên dawî. Gelê Kurd di dîroka xwe de ji bo azadiyê bedel da û navê wan kesên ku azadî anîne dê bi tîpên zêrîn di dîroka Kurdistanê de bê nivîsandin.”
‘Divê gelê Kurd rabe ser pêyan û erka xwe pêk bîne’
Hevseroka DEM Partiyê ya Navçeya Tûrgûtlûyê Gulbeyaz Kandemîr jî bangewaziya tevlibûna çalakiya 1ê Îlonê kir û bal kişand ser serdema nû û berpirsiyariya ku ketiye ser milê gel û partiya wan û got: “Êdî çek hatin şewitandin lewma, bar êdî li ser milê gel e. Divê gel rabe ser pêyan û di vê pêvajoyê de her kes erka xwe pêk bîne, divê em bi hev re bimeşin û xwedî li pêşeroja xwe derkevin.”

‘Ocalan muxatabê aştiyê ye û divê di komisyonan de cih bigire’
Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Tûrgûtlûyê Îlyas Gunes jî bal kişand ser girîngiya avakirina aştiyeke bi rûmet û daxwazên xwe yên ji bo siberojê anî ziman û wiha axivî: “Îro bi wesîleya 1ê Îlonê Roja Cîhanî ya Aştiyê, em dixwazin ku aştî di navbera hemû gelan de pêk mere. Em dixwazin aştî, aştiyeke bi rûmet be û ji bo vê jî divê rê li ber Birêz Abdullah Ocalan bê vekirin ji ber ku ew rasterast muxatabê vê aştiyê ye. Dewletê jî ev muxatabiyet qebûl kiriye. Lewma divê samîmî, rast û dirist be. Divê her du alî jî fedakariyê bikin da ku aştiyeke bi rûmet çêbibe. Divê ew di komisyonan de cihê xwe bigire. Di vê çarçoveyê de, divê gel jî tev li vê pêvajoyê bibe; di nava vê tevgerê de daxwaziyên xwe rasterast bîne ziman; ji bo vê yekê 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê derfeteke mezin e.”














