Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê jinek ji aliyê mêrê ku pêre zewicî bû, bi çekê hat kuştin.
Li taxa gundê Kotekê ya girêdayî navçeya Artûklû ya Mêrdînê jinek ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû ve bi çekê hat kuştin. Piştre mêrê kujer bi heman çekê xwe jî kuşt.
Cenaze, ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.













