• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ayşegul Dogan: Hevserokên me dê serdana partiyên siyasî bikin

Navenda Nûçeyan / AW

24 TÎRMEH 2026 - 13:44
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bal kişand ser geşedanên dawî yên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Têkildarî girîngiya qonaxa pêvajoyê dê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bi partiyên siyasî re danûstandinan bikin.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan tekildarî geşedanên di rojevê de li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da.

Ayşegul Dogan di daxuyaniyê de diyar kir ku di nava hefteyê de di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de geşedanên girîng qewimîn û wiha got: “Heyeta me piştî demekê dirêj çû li Girava Îmraliyê û bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî. Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş jî li ser pêvajoyê bi partiyên siyasî re dan û standin kirin û daxuyanî da. Birêz Ocalan nexşereyeke û pêşniyarên xwe ji heyeta me re peşkeş kiriye. Dihat nîqaşkirin ku pêşnumeya qanûna çarçoveyî ji birêz Ocalan re hatiye parvekirin. Lê piştî heyeta me çû li giravê derket holê ku ev agahî ne rast e. Jixwe Serokê Meclise Numan Kurtulmuş jî diyar kir ku pêşnûme tune ye.”

‘Qanûn ji bo çareseriyan xwedî girîngiyeke jiyanî ye’

Di berdewama axaftina xwe de Ayşegul Dogan bi lêv kir ku qanûna çarçoveyî dê bibe destpêka merhaleyeke nû û wiha axivî: “Birêz Ocalan di hevdîtinê de diyar kir ku ew giredayî vê yekê ye ku pirgirêk bi hiqûqa xwişk-biratî çareser bibe. Birêz Ocalan ji bo serkeftina pêvajoyê hewldanên xwe didomîne. Qanûna çarçoveyî dê bibe starta yekêmîn û refanransa qanûnên piştrê derbikevin. Her wiha ne zelalbûna hiqûqî jî dê derbas bike. Ew yek jî pir girîng û bi wateyê. Meclis jî di vê derbarê de îrade nişan da ye û ew jî bi nirxe. Em hertim dibêjin cihê çareseriyê parlamentoyê. Qanûn ji bo çareseriyan xwedî girîngiyeke jiyaniyê.”

‘Piştî Komîsyona Edaletê qanûn dê were Lîjneya Giştî ya Meclise’

Ayşegul Dogan anî ziman ku tê payîn ku beriya meclis bikeve batlaneyê qanûna çarçoveyî dê were rojeve û wiha pê de çû: “Piştî Komîsyona Edaletê qanûn dê were Lîjneya Giştî ya Meclise. Di rojên pêş de jî herî zêde li ser vê biaxivin. Lê heta niha demekê diyar kirî ji me re nehat parve kirin. Her wiha hê îdia hebûn ku Serokê Meclise dê bi Serokên Komên Partiyan re bicivê lê ji me re agahiyek nehatiyê parve kirin. Di pêvajoyê de merhaleyên dîrokî pêkhatin. Qanûna çarçoveyî jî niha şûn vê dê bibe xala bingehîn a pêvajoyê. Ew qanûn nikarê bi tenê serê xwe çareseriyê bînê. Lê dikarê pêşya çareseriya demokratik vebike û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji aliyê hiqûqî ve mîsoger bike.”

‘Qanûna çarçoveyî dikarê bibe xala yekêmîn a demokratîkbûyinê’

Di nirxandinên xwe de Ayşegul Dogan da zanîn ku pêdiviya bingehîn a Tirkiyeyê xurtkirina demokrasî û hiqûqê ye û wiha axivî: “Qanûna çarçoveyî dikarê bibe xala yekêmîn a demokratîkbûyinê û piştî wê jî mijarên weke demokrasiya herêmî û mafê azadiya ramanan e. Ew pêvajo di heman demê de pêvajoya pêkanîna rapora komîsyonê ye. Divê meclis jî vê yekê bişopîne. Pêşnûme pir tê nîqaşkirin. Dibêjin dê çawa bibe. Lê heta pêşnûme tune be li ser biaxivin dibe ku ew jî ne baş be. Heke em qala vegera welat bikin divê bi werek bin û ji vê netirsin û hemû kes jî di vê derbarê de baldar be. Em her tim dibêjin ji tundiyê veguherîna siyaseta demokratîk. Ji bo wê jî bêçekbûn pir girîng e. Divê meclis jî li ser vê iradeye nişan bide û gumanên me jî li ser vê tune ne. Partiya me jî dê li ser vê hewldanên xwe bidomînin.”

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê serdana partiyên siyasî bikin

Ayşegul Dogan da zanîn ku hevserokên wan ên giştî dê di nava hefte de serdana partiyên siyasî bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ser merhaleya pêvajo gehitşiyê, hewcedariyên pêvajoyê hevserokên me dê bi partiyên siyasî re dan û standinan bikin. Ji bo aştiya civakî, qanûna çarçoveyî dê çawa pêk were û divê çi be kirin dê bi partiyên siyasî re dan û standinan bikin. Divê ji bo aştî, wekhevî û azadiyê em hemû berpirsyariyê bigirin û xwedî li pêvajoyê derbikevin.”

Ayşegul Dogan li ser pirsa rojnamegeran a derbarê Partiya Nû ya Ozgur Ozel de jî diyar kir ku partiya nû ji bo muxalefeta Tirkiyeyê bi xêr be û xwest partiya nû ya ji aliyê parlamenterên berê yên CHPê xizmeta aştî, demokrasî û wekheviya welat bike.

Etîket: Aştî û civaka demokratîkAyşegul DoganBerdevka DEM Partiyêdaxuyanîdestpêka demokratîkbûnêpêvajoqanûna çarçoveyî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ayşegul Dogan: Gelo destekî ku em nabînin di nava pêvajoyê de heye û asteng dike?

Ayşegul Dogan: Gelo destekî ku em nabînin di nava pêvajoyê de heye û asteng dike?

22 COTMEH 2026
Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

22 COTMEH 2026
Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê û salvegera damezirandina YPJê

Entegrasyona YPJê: Em ê wek hêzeke xweser û taybet cih bigirin

20 COTMEH 2026
Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

19 COTMEH 2026
‘Tevî ji sedî 95 astengdar e, di girtîgehê de tê ragirtin’

‘Tevî ji sedî 95 astengdar e, di girtîgehê de tê ragirtin’

17 COTMEH 2026
Xwendekarên Zanîngeha Wanê: Çi bi Rojînê hat?

Xwendekarên Zanîngeha Wanê: Çi bi Rojînê hat?

15 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne