Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş têkildarî qanûna çarçoveyî li koma MHPê bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re civiya. Civîn bi dawî bû.
Serokê Giştî yê Meclîsê Numan Kurtulmuş têkildarî qanûna çarçoveyî li koma MHPê bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re hevdîtin pêk anî. Numan Kurtulmuş dê di seat 14.00an de bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan re û di seat 16an de jî Kemal Kiliçdaroglu ku bi biryara ‘Betalkirina Teqez’ weke Serokê Giştî yê CHPê hat peywirdarkirin re hevdîtinê bike.













