Platforma Şaxên KESKê ya Wanê qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê bi daxuyaniyekî bibîr anî. di daxuyaniyê de daxwaza edaletê û cezakirina berpirsyara hate kirin.
Platforma Şaxên Wanê ya Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê li Kolana Hunerê ya Wanê 33 ciwanên sosyalîst ên ku di sala 2015an de, di êrişa DAIŞê de li Navenda Çandê ya Amarayê ya li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dabûn bi daxuyaniyekî bibîr anî. Di daxuyaniyê de pankartên “Ji bo Pirsûsê edalet ji bo her kesî edalet” û “Tu xeyal dê nîvco nemîne” hatin vekirin. Daxuyanî ji aliyê berdevkê Platforma Şaxên KESKê ya Wanê Yunus Haylaz ve hate xwendin.
‘Polîtîkaya bêcezahîştinê berdewam dike’
Yunus Haylaz bal kişand ser pêvajoya darizandinê û ev yek gotin: “Ruxmê ku di ser re 11 sal derbas bûn, lê Komkujiya tenê wekî êşekê nemaye; di heman demê de veguheriye birîneke civakî ku edalet tê de nehatiye peydakirin û polîtîkaya bêcezahiştinê tê meşandin. Sûcdarê ku bombe teqand tê zanîn, lê kesên ku fermana vê komkujiyê dane û rayedarên dewletê yên ku berpirsiyarî û îhmala wan heye tu carî nehatin darizandin.”
‘Banga edalet û aştiyê’
Daxuyanî bi van daxwazan bi dawî bû: “Wekî KESK, em dizanin ku têkoşîna ked, demokrasi û aştiyê ji hev cuda nabe. Wekî Platforma Şubeyên KESKê ya Wanê em careke din bang li rayedaran dikin: Ronîkirina hemû katliaman û darizandina kujeran rêya yekane ye ku birînên vê civakê bikewin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo edaletê heta dawiyê bidomînin û em 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’ bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Ji bo Surucê edalet, ji bo her kesî edalet!”
Daxuyanî bi dirûşmên “Şehîdên Pirsûsê şehîdên birûmet” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.















