Çalakiya rûniştinê ya KESKê ku ji bo endamên wan ên bi KHKyan ji kar hatibûn dûrxistin vegerin ser karê xwe dabûn destpêkirin di roja 2yemîn de bi dawî bû.
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), ji bo endamên wan ên bi KHKyan ji kar hatibûn dûrxistin vegerin ser karê xwe çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin. Çalakiya li ber avahiya navenda KESKê hatibû destpêkirin, di roja 2yemîn de berdewam kir. Parlamenterê DEM Partiyê Kamuran Tanhan ku ew jî bi biryara KHKyan ve kar hatiye dûrxistin û endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser ‘Em karê xwe dixwazin, di nobeda edaletê de ne’ dinivîsi, hat rakirin.
Hevseroka Giştî ya KESKê Ayfer Koçak ku di çalakiyê de axivî, diyar kir ku piştî darbeya 15ê Tîrmehê gelek endamên wan ji kar hatine dûrxistin û wiha got: “Rejîma zextkar li dijî hezên ked û demokrasiyê polîtîkayên zextê dimeşîne. Yên ku bi KHKyan bi awayekî dijhiqûqî ji kar hatine dûrxistin, bi salane têkoşîna edaletê didin.”
Piştî axaftinan girsê dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana kedkaran’ û ‘Em ê vegerin ser karê xwe’ berzkirin. Çalakiya rûniştinê ya KESKê piştî axaftinan û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.















